3 welat 3 hunermend

3 welat 3 hunermend

Get Me Art Gallery ji bo xatir ji sala 2012’an bixwaze pêşangehek vekir û berhemên 3 welat 3 hunermendan cih dayê. Get- Me-Art Gallery ku li avahiya Sapphire a Leventa Stenbolê cih digire di pêşengaha xwe ya dawiya salê de bi 3 navên ku şexsiyetên girîng yên hunera hevdema a navnetewî re xebitî. Di pêşangeha bi navê ‘3 welat 3 hunermendên hevdem yên navnetewî Franse-Îtalya- Rûsya’ de berhemenên 3 hunermendan, 3 hunerên cuda yên hunera hevdem hatin pêşkêşkirin. Jacques Bosser yê Fransî, Marco Veronese yê Îtalyan û Dmitry Sokolenko yê Rûs, bi materyalên cuda, teknîkên cuda peyamên xwe didin hunerhezan.

Hunemendê Îtalyan Marco Veronese di berhemên xwe de sembola herî navdar a kevneşopiya Vanîtas qarqotê serî zêde hatiye bikaranîn. Veronese destnîşan kir ku di ber hemên wî de her tim guherînek, şkestinek heye. Veronese got ev şkestin her qada jiyanê de pêk tê û wiha got: “Krîza aborî li her derê cîhanê heye. Hem sosyolojîk û hem jî politîk diqewmin. Ji ber vê jî ev qarqotê serî ku ez di berhemên xwe de bi kar tînim temsiliyeta çareseriya krîza û mirovan dike.

SEMBOLÊN METAMORFOZUN

Veronese ku yek ji tesmîliyetên girîng yên roja me ya îro ya îdealîzm û Ronesansê ye, ji bo sembola perperik ku zêde bi kar aniye jî wiha got: “Perperik ne tenê sembolên xweşikbûnê ne sebola metamorfozunê ne.”

DI BERHEMAN DE NÊRÎNEKE BÊ SÎNOR A CÎHANÊ

Veronese ji bo sembolên jinan ku zêde bi berhemên xwe de bikarniye jî diyar kir ku di heman demê de sebola jiyanê ya paşeroj û pêşerojê ye û wiha got: “Jin sembola herî bi hêz a jiyanê ye. Ji ber vê min cih da jinê. Cihan organîzmayeke ku dijî ye. lê em vê nabînin. Li Stenbolê hilweşînê bibe, zirarên wê li Hong Kongê tê hîskirin. Ji ber vê ez di berhemên xwe de sînor danaynim.

HUNERMENDÊ BERHEMÊN XWE VEDIGUHERÎNE: SOKOLENKO

Hunermendê Rûs Dmitry Sokolenko jî berhemên wî yên sala 2009’an hêjayî Xelata Kandnsky hat di pêşangehê de cih digirin. Sokolenko ku yek ji nûnerê hunera hevdem a Rûsyayê ye, cara yekemîn bi pêşangeha xwe ya bi navê ‘An inmAte who becAme A wAve’ ku ji elementan pêk dihat û ji helbestkarê Rus Alexandre Vvedensky îlham girt, hat Tirkiyeyê. Li gorî gotinên hunermend pêşangeha ku salek û nîv berdewam, hemû berhemên xwe parçekir û birînê hatine veguhestin.