215 milyon zarok naxwînin, dixebitin
215 milyon zarok naxwînin, dixebitin
215 milyon zarok naxwînin, dixebitin
Li cîhanê, hînê zêdeyî 215 milyon zarok di şûna xwendin û pêşerojeke baş de, neçar dimînin bixebitin. Li gelemperiya cîhanê bi milyonan zarok bi zorê tên xebitandin û hin ji wan jî li fuhûş û karên xetere tên xebitandin.
Hejmarên ku bi wesîleya Roja Têkoşîna li dijî Xebatkarên Zarok hatin eşkerekirin, nîşan didin ku hedefên der heqê xebitandin û bikaranîna zarokan de hatine destnîşankirin, bi hêsanî naçin serî. Li gelemperiya cîhanê, hejmara zarokên dixebitin hêdî hêdî kêm dibe, lê li Tirkiyê herku diçe zêde dibe.
DI NAVBERA 5-14 SALÎ DE 215 MILYON ZAROK DIXEBITIN
Rêxistina Kar a Navnetewî (ÎLO) bi wesîleya Roja Têkoşîna li Dijî Xebatkariya Zarokan a Cîhanê daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku li gelemperiya cîhanê 215 milyon zarok neçar dimînin bixebitin. Li gorî raporê ji her 6 zarokên di navbera 5-14 salî de, yek ji wan naçe dibistanê û di dewsa wê de neçar dimînin bixebite.
Hejmara zarokên di navbera 5-17 salî de tên xebitandin jî 300 û 350 milyon e û ev yek jî tê wateya ku ji her pênc zarokan yek jê dixebite. Halbûkî ev salên temen, li gelek welatan weke temenê perwerdeya bingehîn tê dîtin.
Li welatên xizan, ji ber dê û bav nikarin bixebitin, ji ber karesatên xwezayî, nexweşî û karên çandiniyê, zarok dixebitin.
LI KARÊN ÇANDINÎ, SENAYÎ Û YA XERAB JÎ DI SEKTORA FÛHÛŞÊ DE BI ZORÊ TÊN XEBITANDIN
Her çend di warê aboriyê de hinekî pêş ketibin jî, li parzemînên Asya, Efrîka û Emerîka Başûr di warê karkeriya zarokan û bikaranîna zarokan de gelekî li paş in. Bi taybetî, li Asya Başûr, Emerîka Başûr û welatên Ewrûpa Rojhilat, bi milyonan zarokên keç di fûhûşê de tên bikaranîn û li malan jî weke xizmetkar ên xebitandin. Tê gotin, bi armanca tedarkirina daxwaza welatên dewlemend ên ji bo tûrîzma seksê, bi hezaran zarokan dixin çirava fûhûşê.
Zarok, li welatên Asya Başûr di sektroa tekstîlê, li Efrîkayê jî di sektorên kan û çandiniyê de û di xizmetên malan de weke hêza erzan a kar tên bikaranîn.
HEDEFÊN JI BO BIDAWÎKIRINA KARKERÎ Û BIKARANÎNA ZAROKAN, NEÇÛN SERÎ
ÎLO, di çarçoveya hedefên xwe yên sala 2006'an de plan dike ku heta sala 2016'an aliyên nayên qebûlkirin ên karkeriya zarokan, ji holê rake. Lê belê, gava zêdebûna karkeriya zarokan û pêkanînên neheq li ber çavan werin girtin, tê dîtin ku ev hedef naçe serî.
LI CÎHANÊ KÊM DIBE, LI TIRKIYÊ ZÊDE DIBE
Li gelemperiya cîhanê hejmaa zarokên dixebitin kêm dibe, lê li Tirkiyê di salên dawî de jinûve zêde bû. Li gorî danêyên îsal ên Înstîtuya Lêkolînan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR), di navbera salên 1999-2006'an de hejmara karkerên zarok ji 2 milyon û 270 hezarî daket 890 hezarî. Lê belê ev hejmar di sala 2012'an de careke din derket 893 hezarî.
Li gorî daneyan, zarokên li karên malê tên xebitandin di sala 1999'an de 4 milyon û 447 hezar bû û di sala 2006'an de ev hejmar gihaşt 6 milyon û 540 hezarî. Ev hejmar di sala 2012'an de nêzî milyonekê zêde bû û gihaşti 7 milyon û 503 hezarî. Bi vî rengî zarokên di navbera 5-17 salî de tên xebitandin û bikaranîn, bû 8 milyon û 400 hezar. Di warê giştî de, rêjeya zarokên dixebetin li gorî sala 1999'an ji sedî 41'ê bilindî ji sedî 56'an bû.