130 kesên Fransî li Sûriyê şer dikin!
130 kesên Fransî li Sûriyê şer dikin!
130 kesên Fransî li Sûriyê şer dikin!
Wezîrê Karê Hundir yê Fransayê Emanuel Waltz, ji 130 kesî zêdetir musulmanên ku hemwelatiyên Fransa ne niha di şerê li Sûriyê de cihê xwe digrin.
Emanuel Waltz beşdarî bernameyek ya radyoya navnetewî ya Fransî bû û ragihand ku heya niha zêdetirî 130 kesên ku xwedî nasnameya Firansa ne ku îslamiyên radîkalin,li bajarên Sûriyê de şer dikin.
Waltz diyar diyar kir ku, ji bilî van 130 kesane, 50 kes ji şer vegeryane Firansa,40 kes biriyên cuda çûne nava xaka Sûriye û ji 100 kesî zêdetir jî xwe ji bo çûna Suriye amade dikin.
Her wiha Waltz balkişande ser wê yekê jî û got: “ Jimara kesên ku niha çûne li Suriye, ji hejmara kesên ku çûne Efxanistan û Pakistanê zêdetire.”
Ev daxuyina wezîrê Fransî di demek wisa de ye ku, rêxstina El Qaîde li ser li ser Muslumanên li welatên Ewropa bi awayekî sîstematîk rêxistinan çêdike û bi alikariya madî endaman ji bo şerê ku li Sûriye heye dişîne.