10 salên herî germ ên cîhanê
10 salên herî germ ên cîhanê
10 salên herî germ ên cîhanê
Organîzasyona Meteorlojî ya Cîhanê ku ser bi Neteweyên Yekbûyî dixebite, di çarçoveya statîstîkên rewşa hewayê de diyar kir ji sala 1850 û vir ve 10 salên herî germ ên cîhanê di navbera salên 2001-2010'an de hatine jiyîn.
Li gorî daneyên saziyê, bilindbûna asta deryayê ji bilindbûna sedsala derbasbûyî du qatan zêde bûye û pileya germahiya herî zêde jî, gelek rekor şikandiye. Di nava deh salan de her weha bûyerên hewayê yên ekstrem ên heta niha nehatine dîtin, rû dan.
Di rapora saziya mijara gotinê de hat ragihandin ku germaniya deryayê û ser rûyê erdê, di nava dh salan de gelekî bilind bûne û cemed bi lez dihele.
Saziyê diyar kir ku asta deryayê li gorî sala 1880, 20 santîman bilind bûye û rêjeya karbondiyoksît a li atmosferê jî, ji sala 1750 Û vir ve ji sedî 39'an zêde bûye.
Germaniha Okyanûsê 0.21 zêde bûye û ji bilî sala 2008'an hemû salên derbasbûyî yên deh salên dawî, weke salên herî germ hatin qeydkirin.
Herî zêde Gronland ket bin bandora germahiya global. Germahiya hewa li Gronlandê 1.71 pile zêde bû û di sala 2010'an de germahiya hewayê a li giravê, ku ji cemeda herî mezin a cîhanê re mêvandariyê dike, bi giştî 3.2 pile zêde bû.
Sala 2010'an weke sala herî germ a cîhanê hat qeydkirin.
Di heman salan de, bahoza tropîkal rê li ber mirina 170 hezar kesî vekir. Zerar maddî ya van bahozan rê li ber vekir jî derdora 380 milyar dolar e.
Hejmara kesên di bûyerên dijwar ên xwezayî de jiyana xwe ji dest dan, 370 hezar derbas kir.