1’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê 12’ê Gulanê destpê dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, amadekariyên 1’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi dawî anîn. Pêşangeh di navbera 12-17ê Gulanê de li Jîngeha Sumerparkê tê lidarxistin û 70 weşanxane tê de beşdar dibin
ANF
AMED
çarşem, 6 gulanê 2015, 21:03
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, amadekariyên 1’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi dawî anîn. Pêşangeh di navbera 12-17ê Gulanê de li Jîngeha Sumerparkê tê lidarxistin û 70 weşanxane tê de beşdar dibin. Di çarçoveya pêşangehê de; gotûbêj, panel, semîner, livbaziyên zarokan û konser bi tevayî 80 çalakî têne pêkanîn.
Li ser biryara TUYAP’ê ku îsal li Amedê pêşangeha pirtûkan li dar naxe, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê zend û bendên xwe şidandin. Xebatên Komîteya Pêşangehê ku Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê, Weşanxaneya Aramê, TZP Kurdî, Egîtîm Sen, Komeleya Nivîskarên Kurd û Weşanxaneya Hîvayê di nav de ye, xebatên xwe gihandin asta dawiyê.
Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli, îro bi daxuyaniyekê bernameya pêşangehê ji raya giştî re ragihand. Endamên Komîteya Pêşangehê jî di kombûnê de amade bûn û hate destnîşankirin ku pêşangeh pêşkêşî Kobanî û Şengalê hatiye kirin û hate gotin pêşangeh bi şîara “Li warê şaristaniyê, di bin ronahiya pirtûkan de” tê lidarxistin. Anli, bal kişand ku pêşangeh xebateke çandî û hunerî ye ji bo Amedê xwedî giringiyeke gelekî mezin e û got, “Amed bajarekî qedîm û dîrokî ye, çavê her kesê li ser e. Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat bi rojeva Amedê radibe û rûdine.” Anli, diyar kir, ew ji ber helwesta TUYAP’ê ku îsal pêşangeh pêk neanîye dilgiran in û wiha got, “Me ev helwest nepejirand û îsal me biryar da ku wek Şaredarî em vê pêşangehê li dar bixin.” Anli, xwest ku xwedî li pêşangeha ku dê di navbera 12-17’ê Gulanê de bê lidarxistin derkevin û wiha got: “Îsal Amed bi gelê xwe, bi xwendekarên xwe û bi navçe û bajarên herêmê re divê xwedî li vê fuarê derkeve. Em wisa difikirin, di atmosfera hilbijartinê de ev pêşangeh wê bayekî erênî bi xwe re bîne. Me amadekariyên xwe qedandin, êdî xwediyê pêşangehê xelkê vî bajarî ye.”
ARMANC TENÊ FIROTINA PIRTÛKAN NÎN E
Li ser navê komîteya pêşangehê Mehmet Çakmak daxuyand ku mebesta wan kirîn û firotina pirtûkan nîne, bêhtir ew li dû nasandina pirtûkan in û got, ji ber vê a girîng ew e pirtûk bigihêjin xwendeyên xwe û bi bernameyên wêjeyî têkiliya nivîser û xwendeyan pêk were. Çakmak, da zanîn, bi taybetî wan xwest ku pêşangeh li navenda bajêr bê pêkanîn û got, ji ber wê, wan Sumerpark guncaw dîtiye; li parkê kafeterya û cihên bêhnvedanê hene. Çakmak diyar kir, bi taybetî wan hewl daye, fuar bi pirzimanî be û got, ji Tirkiye, Ewropa û çar parçeyên Kurdistanê dê tevlêbûn di vê fuarê de hebe.
70 WEŞANXANE BEŞDAR DIBIN
Endama komîteyê Handan Ekîcî Çapanoglu jî aşkera kir, 70 weşanxaneyan bo beşdarbûnê serlêdan kiriye, heta niha jî 15 weşanxane li yêdekê disekinin û got, “Me dixwest cihekî me yê mezintir hebûya û me pêşangeh li wê derê pêk bianiya. Daxwaza pêşangehê zêde bû. Îro jî 4 weşanxaneyan serlêdan kir. Hêvîdar im, sala pêş cihekî me yê mezintir hebe.”
ÇALAKIYÊN CEJNA ZIMAN HENE
Çapanoglu daxuyand ku ligel panel, gotûbêj, semîner, panel, livbaziyên zarokan 80 çalakî di çarçoveya fuarê de têne lidarxistin, armanca wan ew e, pêşangeh wek şahiyekê bê pêşwazîkirin û got, “Dê pêşangeheke têr stran be, xelk dê wek geştê bête wê derê û bêhna xwe veke.” Çapanoglu bilêv kir, ku ji bo 15’ê Gulanê Cejna Ziman jî dê kon bêne vedan, li vê derê ji bo zarokan xebat bên kirin û lîstika Muzîkjenên Bremenê jî dê ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin ve bête pêşkêşkirin.