1’emîn mihrîcana Yekîtiya Wênekêşên Sûrî tê lidarxistin

1’emîn mihrîcana Yekîtiya Wênekêşên Sûrî ku du rojan wê berdewam bike, tê lidarxistin. Di dawiya mihrîcanê de wê xelat bê dayîna hin wênekêşan.

Yekemîn mihrîcana Yekîtiya Wênekêşên Sûrî li bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Her wiha mihrîcan du rojan wê bidome. Hemû endamên Yekîtiyê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), TEV-ÇAND û hin wênekêşên pispor ên ji dervî welat wek Misir û Başûrê Kurdistanê tevlî bûn.

Di heman demê de sed wêne bi destê 40 wênekêşan bi çîrokên cuda hatine pêşkêşkirin û semînerên li ser fotografiyê hatin dayîn.

Di destpêkê de ji bo cangoriya azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê yekîtiyên Wênekêşên Fotogirafên Sûrî Ehmed Mardenlî li ser mihrîcanê axivî û wiha got: “Em spasiya hemû beşdaran dikin. Me dixwest ku mihrîcana me di 31’ê sibatê de ba, lê ji ber derfetên kêm me kir 12’ê sibatê. Her wiha ev mihrîcana 1’emîn e û her sal wê were li darxistin. Çar beşên mihrîcana me hene yê yekem axaftina li ser wênevaniyê, hevpeyvîn bi wênevanên derve re, pêşengiha tabloyên wêneyên 40 wênekêşan û di dawiyê de wê xelat jî ji bo hin wênekêşan werin belavkirin. Ez dubare sipasiya we dikim ji bo hazirbûna we.”

Li ser navê Yekîtiya Civaka Demokratîk Ayid Îbrahîm axaftinek kir û anî ziman ku di riya wênekêşiyê de rastiya mirovahiyê derdikeve pêş.

Serokê Komeleya Wênegeriyê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Cemal Salih bi dîmen beşdarî mihrîcanê bû û got: “Di serî de em vê mihrîcanê pîroz dikin û ev yek ji bona gelê Kurd xizmeteke baş e. Bi dirêjahiya salan Kurdan hewl dane ku bi mafê xwe yên netewî jiyan bikin û xwe di her gava jiyanê de bi rêve bibin. Bêguman gelek xebat di Kurdistanê de hatine meşandin û gelek xebatên hêja bûn.”

Wênekêşek kevnar û pispor Ebd El Qadir Sûsikê li ser giringiya wênekêşiyê ji bo mirovan û tevahî cîhanê wiha got: “Wênekêşî ji hestê mirov tê avakirin ji ber wê jî mirov dikare bêje ku di riya wênekêşiyê de nasnameya jiyanê tê derxistin.”

Ji Misrê pisporê Wênekêşiyê Mihemed Hîşam jî bi riya dîmen beşdarî mihrîcanê bû û hin wêneyên ku li bajar û cihên cuda girtine pêşkêş kirin.

Sînemeger û rojnemevan Azad Evdikê jî axivî û got: “Gelek cureyên fotogirafan hene wek Potre, Xwezayî, Suryanî û h.w.d.”

Di dawiya roja yekem de bi pêşkêşkirina tabloyên wêneyan mihrîcan bi dawî bû.