1'emîn konferansa Şanogeriya Kurdî ku 3 rojan berdewam bike, li Amedê dest pê kir. Di konferansê de Şanoger Rugeş Kirici, anî ziman ku şanogeriya kurdî bi ziman qedexe û di bin bişaftinê de pêş dikeve û ji ber vê yekê rastî pir zahmetiyên mezin tê.
Şanogerên kurd, li Salona Şano ya Bajarê Mezin a Amedê ji bo 3 rojan dest bi 1'emîn Konferansa Şanogeriya Kurd" kirin. Di konferansê de Endamê Enstîtuyua Şanoya Navneteweyî (ITI) Eberhard Wagner, Serokê Şanogeriyê yê Zanîngeha Haliçê Alk. Doç. Dr. Oguz Arici, Hîndekarê Beşa Şanogeriya Fakulteya Wêje û Erdnîgeriyê ya Zanîngeha Enqereyê DTCF'ê Sureyya Karacabey, Yeşîm Ozsoy Gulan, Şanogerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Navenda Çanda Cegerxwîn, Navenda Çanda Mezopotamya û Konservatuara Bajar a Aram Tigran jî di navde gelek şanoger amade bûn.
Konferansê bi rêzgirtinê û bi fîlmêku ji kurteşonyên ku heta niha hatine lîstin dest pê kir. Piştî pêşandana fîlm Şanogerê Kurd Rugeş Kirici, diyar kir ku ev konferans hesreta hemû şanogerê kurd bû û wiha got: "Ev konferansek dereng pêk hatiye ye. Em dê konferansa 2'eyîn bi tevlêbûnek mezintir pêk bînin.
Kirici aşkere kir ku şanogeriya kurdî bi zimanê qedexe dest bi jiyanê kir û di salên 1990'an ket meriyetê û wiha got: "Hemû jiyan û serpêhatiyên kurdan tev mijara şano ye. Lê şano û fîlmê ku vê serpêhatiya kurdan bi civakê re parve bike tune bû. Piştî têkoşîna gelê kurd û saziyên kurdan ên çandê ava bûn şanogeriya kurdan jî pêş ket. Piştî têkoşîna azadiyê şanogeriya kurd pêş ket. Piştî salên 1990'an şanogeriya kurdî hişyar bû."
Kirici, dazanîn ku di zindûbûna çanda şanogeriya kurdî de her tim şopa karakterê Sarya heye û Sarya her tim karakterekî zindî dike û wiha got: "Sarya da pey xeyalên xwe û berê xwe da çiyê. Di rûpela dîroka çandê de têbiniyek mezin xêz kir. Beriya salên 1990'an tu şop û bingehê şanogeriya kurdî tune bû.
Bi panela bi navê Şanogeriya Tirk" ku Nazim Hikmet Çalişkan pêşkeş kir de Serokê Beşa Şanogeriyê Zanîngeha Halîçê Alk Doç. Dr. Oguz Arici, Sureyya Karacabey, ceribînên xwe yên şanogeriya tirk parve kir.
Di panela duyemîn a bi navê "Mihrîcanên li dervê welat û Nasnameya Çandê" de dê Berfin Zenderlîoglu, Yeşim Ozsoy Gulan dê amade bibin. Başa seyêmîn jî Endamê Enstîtuyua Şanoya Navneteweyî (ITI) Eberhard Wagner, dê ceribînên xwe parve bike. Piştî panela "Li Tirkiyeyê ceribînên şanoya kurdî" dê şanoya "Daweta Xwînî" ku ji aliyê Ferhat Keskin ve hate amadekirin dê bê pêşkêşkirin.
Konferans dê 3 rojan berdewam bike.