TEV-DEM'ê nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) nerazîbûn nîşanî civaka navneteweyî da ku li hemberî polîtîkayên hov ên dewleta Tirk bêdeng dimîne.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êriş û sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û projeyên wê yên dagirkirinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Mîna Komeleya Itîhad û Terakkî ya Osmanî bihaneya parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê, êdî ew bûye madeyeke siyasî, bazirganî û bihaneyeke derew li gel hikumeta AKP’ê li Tirkiyê ku gefan li civata navneteweyî hemû bixwe. Nemaze ku vê hikumetê girîngiya xwe ya siyasî û aborî winda kiriye û nakokiya wê ya desthilatê li dijî siyasetên civata navneteweyî û herêmî ye. Ji ber rola wê di NATO’yê de, şerê di navbera Rûsya û Ukrayna de bi taybet siyaset û stratejiya NATO’yê kêm bûye.

Daxuyaniyên bênavber ên serkêşê rejîma sûcdar a Tirkiyê û gefên yekser ên avakirina herêmeke ewle li seranserî sînor û li hundirê xaka Sûriyê ya dagirkirî, lawaziya vê rejîma faşîst nîşan dide ku êdî nikare li hember vê qonaxa dijwar ku di aliyên hundir û derve de derbas dibe. Bi wê re ber bi binkeftina siyasî û hilweşîna faşîsta xwe ve diçe. Li herêmên ewle yên ku Erdogan îdia wan dike, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên herî xeternak li dijî mirov û xwezayê pêk tên û tê de terorîst hene.

Armaca ji rêkeftinên dîplomasî û siyasî yên xapînok ku hikumeta faşîst pêk tîne, mîna civînên Astanayê û serdanên wê ji gelek dewletên herêmê û cîhanê re ew e ku destûra pêkanîna êrişeke mezin li ser îradeya gelê Kurd werbigire, her wiha da ku ewlehî û pêkvejiyana gelên li herêma di bin banê projeya demokratîk a rasteqîn têk bibe. Di heman demê de armanc ew e ku destekê bide terora navdewletî ya rêxistinkirî û wê ji nûve li herêmê û cîhanê geş bike. Dîsa jî da ku sûcên şer û komkujiyan pêk bîne û di encamê de qada dagirkeriya xwe li Sûriyê, Iraqê û hin herêmên derdorê jî berfireh bike.

Siyasetên sûcdar ên hikumeta AKP’ê û MHP’ê Tirkiyê ber bi dewleteke sûcdar û gunehên li dijî mirovahiyê ve dibin. Êdî civata navneteweyî li hember van sûcên dewleta Tirk bê çare ye. Ew jî pêşeroja Tirkiyê dixe xetereyê. Dê hikumetên Tirkiyê yên bê berdêla sûcên Erdogan li pêş dadgehên edaleta navneteweyî bidin û mîna hikumeta berê ku ji sûc û qirkirina Osmaniyan li dijî gelên herêmê bi giştî revîne, birevin.

Em TEV-DEM’ê bang li gelên herêmê bi giştî dikin yekitî û hevgirtina xwe xurt bikin û bi hev re parastina nirx û destkeftiyan bikin û li hember astengiyên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çêdikin, bisekinin.

Ruxmî bangên dubare ji civata navneteweyî û herêmî re ku erkên xwe yên exlaqî ji bo parastina vîna gelan li hember gefên faşîst a Tirk a dagirker ku mirovahiyê ji bo terorê û çetekirinê bi kar tîne, pêk bînin. Lê civata navneteweyî hîna li ser van siysetên dewleta Tirk ên sûcdar bê deng e. Ev jî windakirina baweriyê di navbera civak û saziyên civata navneteweyî de çêdike. Ji ber wê em bangên xwe dubare ji civata navneteweyî û dewletên garantorê agirbestê re dikin ku helwestên xwe diyar bikin û bi erkên xwe yên exlaqî rabin û li hember êrişên dewleta Tirk û projeyên xwe yên berfirehkirina dagirkeriya xeternak li herêmê bê deng nemînin."