BI DÎMEN

Namzetên şaredariyê yên Kantona Firatê hatin nasandin

Li Kantona Firatê şahiya propogandaya namzetên tevahî partiyan hat lidarxistin û xwe bi gel dan naskirin.

Li Kantona Firatê ji bo nameztên tevahî partiyan û propogandaya wan li qada şehîd Egîd hat bi beşdariya sedan kesî şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de beriya deqeyekê rêzgirtinû tevahî rêveberiyên partiyan li pêşiya gel namezetên xwe dan naskirin. Her wiha tevahî namzetên partiyên Kantona Firatê derketin ser dikê û her bajarok. bajar û bajarê mezin namzetên xwe dan naskirin.

Piştî nasandinê Fewaz Ehmed axivî û diyar kir ku ew soz didin ku ew ê xwedî li gel û şaredariyên xwe derkevin û got: “Weke namzet ev roj ji bo me rojeke dîrokî ye. Ev hilbijartin di encama şoreşa Rojava pêk tê. Ev xeta demokratîk e û ev xet wê bi ser bikeve. Em weke namzet em soz didin ku em ê xwedî li şaredariyên xwe derkevin û xizmeta gelê xwe bikin."

Şahî bi bernameyên hunerî û gerandina govendê bi dawî bû.