'Pergala hatî avakirin careke din sînorên xwe anî bîra me'

Rojnameger-nivîskar Ender Îmrek diyar kir ku biryara Doza Komploya Kobanê sînorên avabûnê careke din tîne bîra mirovan û ev yek weke îlankirina sedsala duyemîn a Komarê ya li dijî pirsgirêka Kurd divê were şîrovekirin.

DOZA KOBANÊ

Rojnamevan-nivîskar Ender Îmrek derbarê Doza Kûmpasê ya Kobanê û geşedanên Tirkiyeyê de pirsên ANF’ê bersivand.

Ender Îmrek diyar kir ku desthilatê bi biryara Doza Komploya Kobanê re nîşan da ku ew ê di ‘Plana Hilweşînê’ de israr bike û got, “Biryara Doza Kûmpasê ya Kobanê careke din sînorên avakirinê anî bîra me. Ev dozek siyasî bû û biryara wê dide xuya kirin ku ew ji hêla siyasî ve her hûrguliyê wê hatiye hesibandin. Di heman demê de ev biryar weke danezana desthilata AKP-MHP'ê ya li dijî pirsgirêka Kurd a di sedsala duyemîn a Komarê divê were şîrovekirin. Ev yek nîşan dide ku wê tundî û zextên li ser gelan, qedexekirina siyaseta demokratîk a Kurd û sosyalîstan, tecrîtê û operasyonên derveyî sînor wê bidomin. Bi vê biryarê gotin ku bila ti kes nekevin nav xeyalên nermkirinê.”

‘BERXWEDANA GELÊ KURD Û GELÊN TIRKIYEYÊ CEZA DIKIN’

Îmrek da zanîn ku desthilat li ser mafê siyasetê yê gelê Kurd di wesayeteke mayînde û "Plana Hilweşînê" de israr dike û wiha domand: “Ev ne biryara dadgeheke serbixwe ye. Peyama desthilatdariya siyasî bi rêya dadgehê dan. Rêvebiriya vê dozê bi zelalî eşkere dike ku di warê avakirina dadgehê û awayê birêvebirina wê de destwerdana siyasî li ser dadgehê heye. Ji ber ku di hilbijartinên Gulana 2023’an de li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê helwest girtin, gelê Kurd û sosyalîst ceza kirin. Tola têkçûna ku di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de xwaribûn hilînin. Berxwedana gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ceza dikin.”

‘ROJA KU CEZA LI KURDAN BIRÎN, ÊVARÎ GENERALÊN GIRTÎ BERDAN’

Rojnameger Îmrek anî ziman ku bi biryara Kobanê re sînorê “nermkirinê” jî diyar kirin û wiha pêde çû: “Hêrsa wan a çînî û siyasî ya li hemberî berxwedana Gezî û Kobanê ku berxwedanên mezin ên ku potansiyela demokratîkbûnê derxistiye holê, kêm nabe. Îsrara di krîmînalîzekirina van herdu berxwedanên ku bandora wan sînoran derbas kiriye, israra otorîterîzmê ye. Ev her du berxwedanên mezin ên demokratîk ku hêza gel derxistin holê, bûn hedef û veguherandin du dozên kûmpasê. Her çiqasî hin kes berdana generalên teqawîtbûyî wek îşaretek ji bo CHP'ê dibînin hene jî, ya rast ev lîstikeke desthilatdariyê ye. Wer xuya dike ku di roja ku ji nûnerên gelê Kurd û hêzên çep, sosyalîst û şoreşger ên di nava HDP’ê de cezayên muebbetê hatin birîn, êvarî ji generalên girtî hatin berdan. Ev biryareke siyasî ya bi hesabkirî bû. Bi rastî li vir gelek hesab hene.

‘JI BO HIQÛQ Û EDALETÊ TÊKOŞÎNEK XURT LAZIM E’

Araz tu carî bi rastî serbixwe nebûye. Doza Kobanê û Geziyê ev yek nîşan da. Doza Sînan Ateş û Ayhan Bora Kaplan asta têkiliyên desthilatê yên bi rêxistinên sûc ên mafyayê re û girêdayîbûna darazê ya bi desthêlatê re derxist holê. Pêwendiya siyaset-mafyayê ya din jî heye. Hevparên desthilatdariyê û çeteyên li derdora wan kom bûne eşkere dibin. Em şahidiya şerê hêzên ku ketine nava daraz û wezaretan dikin. Tişta ku di darazê de diqewime nîşan dide mekanîzmayek ku hevsengiya mezheban û komên cuda yên hêzên neqanûnî misoger dike. Asta tora têkiliyan ku ji dadgehên herêmî heta daraza bilind li tevahiya mekanîzmayê belav bûye, cewhera desthilatdariyê jî nîşanî me dide. Şerê navxweyî germ dibe. Wer xuyaye ku li şûna qutbûnê wê  kombûnekê bi xwe re bîne. Ji bo maf, hiqûq û edaletê têkoşîneke xurt lazim e.”