Dewleta Tirk a dagirker Şehba û Minbicê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên girêdayî Şehba û Minbicê topbaran kirin.

Dagirker li gorî saeta herêmî saet derdora 12:00'an gundê Dar ê girêdayî Efrîn-Şehbayê topbaran kirin. 

Piştre êrîş berfirehtir bû û gundê Meyase yê Şehbayê jî saet derdora 14:30’an de hat topbaran kirin.

Her wiha di heman demê de gundên Minbicê jî hatin bombekirin. Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Kawiklî yê dikeve rojavayê Kantona Minbicê topbaran kirin 

Vê sibehê saet derdora 10:45'an de jî artêşa Tirk a dagirker gundên Diric û Şendan ên dikevin bakurê Minbicê topbaran kiribûn.