Li Wanê ji 55 kesên binçavkirî, 21 kes hatin girtin

Li Wanê roja 13’ê Gulanê bi ser malan de hat girtin û 55 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan 21 kes hatin girtin û yên mayî jî bi “şertê kontrola edlî” hatin berdan.

Kar û barê îfadeya 55 kesên li Wanê bi hinceta tevlî çalakiyên protestokirina nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan bûne di 13’ê gulanê de hatibûn binçavkirin, bi dawî bû. Ji 55 kesên bi îdiaya “li hemberî polîsan derketine” , “endamtiya rêxistinê” û “zirar daye malê cemaweriyê” hatibûn binçavkirin, 21 kes bi heman sûcdariyan hatin girtin, 34 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li aliyê din ji 27 kesên di 2-3’yê nîsanê de di berxwedana Wanê de hatibûn binçavkirin û girtin 20 kes duh bi şev bi biryara navberê ya dadgehê hatin berdan. Bi îtîrazên beriya niha hatibûn kirin jî 7 kes hatibûn berdan.