ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li girtîgehên Alanya û Edeneyê êşkence zêde bû
Li girtîgehên Alanya û Edeneyê berdana girtiyan tê astengkirin, girtî di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê de têne hiştin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdaneke din hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan careke din serlêdan kirin. -
Serokê berê yê CPT: Ji bo Abdullah Ocalan divê hewl bê dayin
Serokê berê yê CPT Mauro Palma bal kişand ser şert û mercên tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li saziyên Ewropayê kir ku rewşa Abdullah Ocalan bixin rojeva xwe û yekser kontrolê li ser mijarê bikin. -
Milîsên HBDH'ê li Kocaeliyê agir berdan wesayitekê
Milîsên Axîn Gabar ên HBDH'ê ragihandin ku Başîskele ya Kocaeliyê wesayiteke 'Kesekî faşîst' şewitandine. -
Karasû: Gelê Kurd divê bi yekîtî û piştevaniyê birînên xwe yên şewatê bipêçe - NÛ BÛ
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû piştî şewata li Amed û Mêrdînê qewimî daxuyanî da û bang li gelê Kurd kir ku bi yekîtî û piştevaniyê birînên xwe yên karesatê bipêçe. -
Di rûniştinên Mafên Mirovan de hate xwestin ku şandeyek ji Îmraliyê re bê şandin
Nûnerê MRAP’ê Gîanfranco Fattorînî di rûniştinên Mafên Mirovan a 56’emîn a NY’ê de mafê axaftinê girt û bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û pêkanîn qeyûm ên dewleta Tirk. Fattorînî xwest ku NY şandeyekê bişîne Îmraliyê. -
ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Di nobeta Stenbolê de bal kişandin ser têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet
Di nobeta ku li Stenbolê di roja 17’an de berdewam dike de, şewatên ku li Amed û Mêrdînê derketine hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku ew ê li dijî her cure polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin têbikoşin. -
Çalakiyên nobetê: Wê qeyûm û desthilat biçe
Li Enqere û Îzmîrê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobetê berdewam dike. Di çalakiyan de hate gotin ku wê qeyûm û desthilat biçe. -
Çalakiyên ‘Deng bide azadiyê’: Yekane astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
Di çalakiyên “Deng bide azadiyê” de ku di pêşengtiya malbatên girtiyan û rêxistinên sivîl ên civakî tên lidarxistin de hate diyarkirin ku tecrîd yekane astengiya li pêşiya azadî û aştiyê ye û hate xwestin ku were rakirin. -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rê û muxatebê çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got: “Rê û muxatebê çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e, li Îmraliyê ye, Birêz Ocalan e.” -
Li Edeneyê 12 girtî hatin sewqkirin
Li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Tîpa T a kurkçulerê 12 girtî sewqî Girtîgeha Tîpa Y a Suluca ya Edeneyê hatin kirin. -
Şandeya CHP'ê li herêma şewatê ye: DEDAŞ û destwerdana dereng bû sedema felaketê
Şandeya CHP'ê ku herêmên şewatê yên navbera Amed û Mêrdînê ziyaret kir, diyar kir ku sedema mirina mirovan ji ber bêberpirsyariya DEDAŞ'ê û destwerdana bi derengî ye. -
Li Amedê bi dehan girtî bi jehrê ketin
Li Girtîgeha li Amedê bi dehan girtî ji ber xwarinê bi jehrê ketin û rakirin nexweşxaneyê. -
Doza Kobanê ya Duyemîn roja Sêşemê destpê dike
Doza kûmpasê ya Kobanê ya duyemîn ku li hemberî pênc siyasetmedarên HDP'yî hate destpêkirin wê roja Sêşemê pêk were. -
Di sê rojan de li heft bajaran 8 jin hatin kuştin
Di nava sê rojên dawî de li Amed, Îzmîr û Edene jî di nav de li 7 bajaran di bûyerên şîdeta li hemberî jinê de herî kêm 8 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Jinek jî di nava şert û mercên bi guman de jiyana xwe ji dest da. -
Hilbijartina ku encama wê diyar e!
Dewleta Îranê ji niha ve diyar kiriye ka dê kî bibe serokkomarê Îranê, yan dê Qalîbaf bibe yan dê Mistefapûr Mihemedî bibe serokkomar. -
DEM Partî: Bi vesazkirinên bacê kesên astengdar tên hedefgirtin
Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî got: ‘’Vesazkirinên bacê yên nû yên desthilatdariyê astengiyên li pêşiya kesên astengdar zêdetir dikin.’’ -
ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtî Bekir Kaydu hat berdan
Bekir Kaydu ê ku piştî 15 salan ji girtîgehê derket got, "Hevalên me li bendê ne ku têkoşîn bê mezinkirin." -
Li Stenbolê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Têkoşîna me ya li dijî tecrîdê bê bidome
Parlamenterê Îzmîrê yê DEM Partiyê Îbrahîm Akin di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de axivî û destnîşan kir ku ew ê bi biryardarî têkoşîna li dijî polîtîkayên tecrîdê bidomînin. -
Dagirkeran vê carê li Xîzanê dest bi operasyona leşkerî kirin
Dewleta Tirk a dagirker li gelek gundên navçeya Xîzan a Bedlîsê dest bi operasyoneke berfireh a leşkerî kir. -
Ji FEDA'yê daxuyaniya têkildarî şewatê
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) diyar kir ku desthilatdarî bi helwesta xwe bû sedem ku di şewatê de encameke giran rû bide. -
Rapora pêşî: Mudaxeleya li şewatê kêm ma, unîteya şewatê nîne
Odeya Bijîşkan a Mêrdînê têkildarî şewata ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û sedema şewatê rapora xwe ya pêşî weşand. -
Li dijî desteserkirina îradeyê plana nû ya çalakiyan: Meşên hurmeta li îradeyê
DEM Partiyê li dijî desteserkirina şaredariyan planeke çalakiyan a berfireh amade kir. Di 30'ê Hezîranê de wê ji Stenbolê heta Colemêrgê 'Meşa Hurmeta li Îradeyê' bê destpêkirin.