ROJANE
Hemû Nûçe
-
Înîsiyatîfa Zarokên Agir agir berdan sê kargeh, keştî û otobusekê
Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li çar bajaran agir berdan keştiyekê, otobusekê, febrîqeyekê, kargehekê û atolyeyekê. -
Ayşegul Dogan: Desthilatdariyeke ku ji govendê û strana Kurdî ditirse, heye
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji govend û strana Kurdî jî ditirse û got: “Desthilatdariya heyî êdî dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan, venaşêre.” -
Piştî 31 salan hat berdan: Ji cihê mayî em ê berdewam bikin
Alî Riza Erdem, piştî 31 salan hat berdan. Erdem got, “Derketina me jî wê destpêkirinek be. Ji cihê mayî em ê berdewam bikin.” -
Ji milîsên HBDH'ê çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê
Milîsên Engîn Sîncer ên HBDH'ê li Bûrsayê ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê çalakî kirin. -
Xwebûn bi manşeta ‘Sifreyê vergan’ derket
Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Sifreyê vergan” derket pêşberî xwînerê xwe û bal kişand ser planên ku li ser Kerkuk, Şengal, Duhok û Dêra Zorê pêş dikeve. -
ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ebû Zexîf: Êşkencekarê mezin ê rejîma Beesê hat girtin
Pisporê Ewlekariyê yê Iraqê Fazil Ebû Zexîf ragihand ku sûcdarekî mezin ê dema rejîma Beesê ku di salên 70 heta salên 1997’an li Herêma Kurdistanê bû û berpirsê êşkence û zilma di girtîgehan de li Kurdan hatî kirin bû, hat girtin. -
Tulay Hatîmogûllari bi kedkaran re civiya
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari di çarçoveya kampanyaya “Nas û Edalet” de, li Enqereyê bi karkerên turîzm, çandinî, înşaetê û saziyên sivîl re hat ba hev. -
Çalakiya 'Deng bide azadiyê' li Stenbolê berdewam dike
Çalakiya "Deng bide azadiyê" ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li Stenbolê hatiye destpêkirin, vê hefteyê jî dewam kir. -
Li Îranê 4 girtiyên din hatin bidarvekirin
Desthilata Îranê di navbera 13 û 15’ê Tebaxê de li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 4 girtî ku 3 jê Kurd in bidarve kir. -
Siyasetmedarên Misrî: Abdullah Ocalan modeleke alternatîf pêşkêş dike
Siyasetmedarên Misrî destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî sîstema hegemonîk pergala konfederalîzma demokratîk pêşkêşî mirovahiyê kiriye û gotin, “Ev model balê dikişîne ser demokrasiya radîkal û xwerêveberiya civakan.” -
Sumeyye Boz: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîna gelan heye
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê li dijî mirovahiyê ye û got, "Ji bo dawî li rejîma tecrîdê bê anîn divê gel bi rengekî topyekûn li ber rabe." -
ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tulay Hatîmogûllari: Dawiya desthilatdariya AKP'ê hatiye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari banga mezinkirina rêxistinkirinê kir û got, “Dawiya desthilata AKP'ê nêzîk bûye." -
Sabahat Tûncel: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe em azad nabin
Siyasetmedar Sabahat Tûncel diyar kir ku li Îmraliyê rejîmeke taybet tê meşandin û got, "Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgehê de be em azad nabin." -
‘Xeter e ku rojekê jî di girtîgehê de bin’
Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş hatine lidarxistin de, bal hat kişandina ser rewşa Şivekar Ataş û Suleyman Sabrî Mavî. -
Dayikên Şemiyê ji bo Abdurrahîm Demîr hatin ba hev
Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de, ji bo Abdurrahîm Demîr ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, hatin ba hev. -
Milîsên HBDH’ê bi çalakiyên xwe 15’ê Tebaxê silav kirin
Milîsên Botan Başkale yên HBDH’ê li Antalya û Aydinê çalakî li dar xistin û 15’ê Tebaxê silav kirin. HBDH’ê got, “Em ê ji her demê zêdetir bi biryar in ku şer bikin.” -
Berdana girtiyê nexweş dîsa hat taloqkirin
Berdana Naîf Îşçî yê di 14 saliya xwe de li Cizîrê hat girtin, cara 5'emîn hat taloqkirin. -
ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Nirxandina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi dengên AKP'ê hat redkirin
Lijneya Giştî ya Meclîsê ji bo biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê rewşa Can Atalay de binirxîne kom bû. Biryar bi dengên AKP'ê hat redkirin. -
Tevgara Azadî: Li hember xiyaneta li gel û axa Iraqê bêdeng nemînin
Tevgera Azadî bertek nîşanî peymanên rewakirina dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê da û bang li her kesî kir ku li hemberî vê xiyaneta li gel û xaka Iraqê bêdeng nemînin. -
Koçyîgît bersiv da êrîşê: Em ê teslîmî zextên we nebin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî êrîşa di meclîsa dewleta Tirk a dagirker de axivî û got, “Em şopdarên Denîzan, Mazlûman, Îbrahîman û Hakî Kareran e. Em ê ti carî teslîmî zilma we nabin.” -
Xelkê Binarê Qendîlê 15’ê Tebaxê pîroz kir
Xelkê Binarê Qendîlê Cejna Vejînê 15’ê Tebaxê bi şahiyeke pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de diyarkirin ku bi 15’ê Tebaxê re hemû zihniyetên li dijî gelê Kurd binket. -
AKP’î di Meclîsê de êrîşî parlementeran kirin
Di rûniştina Meclisê ya Can Atalay de AKP’î êrişî parlamenterê TİP’ê Ahmet Şik kirin. Parlamentera DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît jî birîndar bû.