ROJANE
Hemû Nûçe
-
KNK’ê li dijî desteserkirina îradeya gel nerazîbûn nîşan da
Konseya Rêveber a KNK’ê, li dijî desteserkirina şaredariyan û tayînkirina qeyûman nerazîbûn nîşan da û bang li gelê Kurd û mûxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê kir ku li dijî vê bêedaletiyê rabin ser piyan. -
‘Ev desthilatdarî ne rewa ye, em her kesê vedixwînin berxwedanê’
Partî û saziyên ku li dijî xespê daxuyanî dan, diyar kirin ku AKP-MHP desthilatdariya darbeyê ye, ne rewa ne û peyama mezinkirina berxwedanê dan. -
Li Esenyûrtê alîkarên şaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Alîkarên şaredarê Esenyûrtê Oktay Kiliç, Mûrat Duzgun û Osman Yalçin ji wezîfeyê hatin dûrxistin. -
Dagirkerê Esenyûrtê nehişt endamên meclîsa CHP’ê bikevin şaredariyê
Li ser fermana qeyûmê dagirker destûr nehat dayîn ku endamên meclîsê yên CHP’ê bikevin Şaredariya Esenyûrtê. -
Ji milîsên HBDH'ê çalakiyên li dijî tecrîd û êrîşan
Milîsên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li dijî êrîşên dagirkeriyê û tecrîda li Îmraliyê li 3 bajaran çalakî lidar xistin. -
Koçyîgît: Divê tavilê tecrîd were rakirin
Cîgira Serokatiya Koma DEM Partiyê Gulîstan Koçyîgît got: ‘’Birêz Ocalan di mijara çareseriyê de aktorê sereke ye. Ger di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de niyeteke wan hebe, divê bi lez tecrîd were rakirin.’’ -
Ozel û Îmamoglû li ber desteserkirina şaredariyan rabûn
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên DEM Partiyê da û got, "Gotin li ber qedandinê ye. Ji bo têkoşînê çi divê ew ê bê kirin." Ekrem Îmamoglû jî got, desthilatdariyê kontrol winda kiriye. -
DEM Partiyê bang kir: Li ber feraseta darbekar a nerewa rabin
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got, "Li hemberî vê feraseta darbekar a nerewa divê her kes di asta herî bilind de dengê xwe bilind bike." -
Tara û Bahadîn di lîsteya 'Rojnamevanên hatin kuştin' a UNESCO de ne
Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên li Silêmaniyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li lîsteya 'Rojnamevanên hatin qetilkirin' a UNESCO'yê hatin bicihkirin. -
ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevberdevkên nû yên HDK’ê hatin diyarkirin
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglû ji bo Hevberdevkên HDK’ê hatin hilbijartin. -
DEM Partî: Navnîşan Abdullah Ocalan e
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got, "Eger bernameya we ya siyasî hebe, navnîşana birêz Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmarliyê ye." -
‘Divê em hêza xwe bibînin’
Siyasetmedarên ku di lijneya HDK’ê de axivîn, peyama têkoşîna hevpar dan û gotin, “Divê em hêza xwe bibînin û bi cesaret bin.” -
Bayindir: Krîz bi fikrên Abdullah Ocalan çareser dibin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir got, "Fikrên Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn belav dibin. Krîzên li cîhanê tenê bi dikrên Birêz Ocalan dikarin bêne çareserkirin." -
Bakirhan: Divê fikrên Abdullah Ocalan bigihijin gelan
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, “Divê fikrên Birêz Ocalan bigihijin gelên Tirkiye, kedkar, heval û hevrêyan. Ji bo ji aliyê gelan ve encameke erênî bê wergirtin, zemîn û derfetek heye.” -
Civata Giştî ya HDK'ê: Bi têkoşîna gelan wê Abdullah Ocalan azad bibe
Hevbedevkê HDK'ê Cengîz Çîçek destnîşan kir ku Rêber Apo wê bi têkoşînê azad bibe û got, li welêt û herêmê pêwîstî bi HDK'ê heye. Hevbedevka HDK'ê Esengul Demîr jî got, Di her şert û mercî de wê li ber xwe bidin. -
Li Meletiyê bi pileya 4,2 erd hejiya
Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2 pileyê erd hejiya. -
ROJEVA 3'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Qirkirina siyasî: 4 kes hatin girtin
Ji kesên di operasyona qirkirina siyasî de hatine binçavkirin, 4 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistin” hatin girtin. -
Dayikên Şemiyê ji bo kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo 8 kesên ku beriya 29 salan li Kerboranê piştî hatin binçavkirin salên dirêj hestiyên hin ji wan hatin dîtin, hatin ba hev. Ji 8 qurbaniyan, 3 kes zarok bûn. -
Qedexeya hevdîtina bi malbatê re dan Rêber Apo
‘Cezayekî disiplînê’ yê nû li Rêber Apo hate birîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re jî dan. -
‘Divê mîna Mandela ji Abdullah Ocalan re jî îqamet bê çêkirin û piştre bê berdan’
Hiqûqnas Ercan Kanar, da xuyakirin ku mafê hêviyê weke mafê herî bingehîn ê mirovan tê qebûlkirin û got, "Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û mîna Nelson Mandela ji Abdullah Ocalan re îqameteke bi şert û mercên guncav bên avakirin û piştre bê berdan." -
Hejmara 514’an a Serxwebûn derket
Di hejmara 514’an a rojnameya Serxwebûn de, Şerê Cîhanê yê 3’yemîn a ku navenda wê Rojhilata Navîn e, bi hemû aliyên xwe ve tê şîrovekirin. -
ROJEVA 2’YÊ MIJDARA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Di nobetên Aştiyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin
“Nobetên Aştiyê” yên ji hêla Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hatine destpêkirin li gelek bajaran berdewam kir. Di Nobeda Aştiyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin.