Yuksekdag: Sepanînên li ser HDP’ê hepskirina demokrasiyê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Yuksekdag anî ziman ku sepanînên li ser HDP’ê hepskirina demokrasiyê ye û got; “Divê dostên me vê baş bizane, em ê têkoşîna xwe ya rewa û mafdar hem li derve hem jî li hundir bi heman şêwazî bidomînin.”

Serokê Partiya Çep a Swêdê û Parlamenter Jonas Sjostedt, Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Lotta Johnsson Fornarve û Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk, Parlamenterên HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, Berdan Ozturk, Hevserokê Bajarê Stenbolê Dogan Erbaş û Endama Meclîsa Partiyê Ayşe Berktay wek heyetekê ji bo serdana Hevseroka Giştî ya HDP’ê çûbûn Girtîgeha Kandirayê.

Li vir serdana heyeta Partiya Çep a Swêdê hat astengkirin, Aysel Tûglûk û Sîbel Yîgîtalp bi Yuksekdag û wekîlên girtî re hevdîtin pêk anîn.

Heyetê piştî hevdîtinê pirsên rojnamevanan bersivandin. Di daxuyaniyê de her wiha peyama Yuksekdag jî ji bo raya giştî hat eşkerekirin.

GIRTÎBÛNÊN HEYÎ NE REWA NE

Piştî hevdîtinê Aysel Tûglûk ev gotin; “Hevseroka me ya Giştî Fîgen Yuksekdag û wekîlên me yên girtî ji bo her kesên ku piştevaniyê dikin silavên xwe bi rê kirin. Hevalên me tevî şertên heyî jî wek moral baş in. Rojekê jî girtina Hevseroka me ya Giştî û wekîlên me ne rewa ye. Em hatin hişyarkirin ku wê ewraqên ku me dixwest bidin Birêz Fîgen Yuksekdag bên desteserkirin. Tê xwestin ku hevserokek giştî ya partiyeke ku dengên 6 mîlyon kesî girtiye siyasetê naxive. Ev jî asta bêhiqûqiyê nîşan dide.

Em dibînin ku hevalên me derveyî hiqûqê, bi biryarek desthilatdariya siyasî li girtîgehê girtî ne. Rewşek ne rewa heye. Hevalên me hê parlamenter in. Mafên wan heye ku li girtîgehan jî xebatên siyasî bidin meşandin. Ev mafên wan tê astengkirin.

Bi taybet jî li dijî Birêz Fîgen Yuksekdag sepanînek taybet di meriyetê de ye. Hevalên me li odeyên yekkesî tên ragirtin, nikarin bi hev re sohbetê jî bikin. Îtîrazên me hene. Em nikarin bi ti şiklî vê rewşê qebûl bikin.

Îradeya 6 mîlyon kesî mijar e. Ev sepanîn ne tenê li dijî wekîlên me ne, li dijî 6 mîlyonan e.

EM NIKARIN DEST JI TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ, AŞTÎ Û AZADIYÊ BERDIN

Yuksekdag di peyama xwe de ku navbeynkariya Tûglûk şand, ev gotin; “Esas ev sepanînên li ser me hepskirina demokrasiyê ye. Hepskirina azadiyan, jiyana hevpar e. Lê, divê dostên me vê baş bizane, em ê têkoşîna xwe ya rewa û mafdar hem li derve hem jî li hundir bi heman şêwazî bidomînin. Heta encamgirtinê, em ê soza ku me daye gelên xwe pêk bînin. Em ê dest ji îdealên xwe bernedin. Ji ber ku em xwedî têkoşînek mafdar in. Em têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê didin. Divê gelên me jî li gor vê çarçoveyê xwedî derkevin. Mesele ne şexsê me ne. Xeyalên me yên siberojê tên hedefkirin. Em ê serî li ber vê netewînin. Hêvîdar in ku wê Tirkiye demildest ji vê aloziyê rizgar bibe. Em piştgiriyê didin her polîtîkayên ku sûdê didin gelê me. Daxwaza me jiyana hevpar e. Xwestin vê asteng bikin. Lê em bi biryar in. Çi dibe bila bibe em ê vê têkoşînê bidomînin.

Ez di vê têkoşînê de ji her kesî re serkeftinê dixwazim. Hezkirin û rêzên pêşkêş dikim. Bila her kes hêviyên xwe biparêzin. Herî dawî wê mafdar bi ser keve.”

GIRTINA WEKÎLAN TÊKÎLIYÊN TIRKIYE Û YEKÎTIYA EWROPAYÊ ASTENG DIKE

Serokê Partiya Çep a Swêdê û Parlamenterê Wê Jonas Sjosted jî wiha axivî; “Îro bi hevalên xwe re me hêvî kir ku Fîgen Yuksekdag bibînin. Me serî li rayedarên Tirk da, lê daxwaza me red kirin. Li gor nêrîna me, ti hincetên astengkirina vê hevdîtinê nabe. Em ji nêzîkatiya xirab a ku rayedarên Tirk bi serê wekîlên HDP’î tînin bi fikar in. Em difikirin ku bêyî ti cezayan bigirin demildest bên berdan. Ti hincet nîna ku wekîl bên hepskirin, tenê nêrînên xwe yên polîtîk anîne ziman. Girtina kesên ku nêrînên xwe yên polîtîk tînin ziman, ne li gor demokrasiyan e. Ev helwest, di têkîliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de rolek astengdar dilîze. Divê bi bayê lezê rayedarên Tirk bên protestokirin. Em serdana parlamenterên Partiya Çep a Norwec, Danîmarka û Fînlandiyayê bikin, bi hêviya dîtina Selahattîn Demîrtaş em ê ber bi Edîrneyê bikevin rê. Vê baş bizanin ku heta hepskirina wekîlên HDP’ê dewam bike, em werin, tevlî dadgehan bibin û li meclîsên xwe yên neteweyî vê pirsgirêkê bikin rojev.”