ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû bal kişand ser amadekariya şer a desthilatdariya AKP-MHP'ê û got, "Ya ku asta rasteqîn a şer ragihîne jî çapemeniya azad e. Lerwma hewl dide bêdeng bike."

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmet Emîn Pencewînî diyar kir ku êrîşa PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ya li hemberî gerîla wê ji bo Kurdan bibe felaketek û destnîşan kir, ku di rewşeke bi vî rengî de derba destpêkê wê li Başûr bikeve.

Ji Egîtîm-Senê Sîmge Yardim anî ziman, ku desthilatdarî li gorî armanca xwe ya îdeolojîk bi sîstema perwedeyê civakekê ava dike û got, pêşbirka MÎT'ê jî parçeyek ji vê yekê ye.

Festîvala Fîlman a Dusseldorfê ya Yekemîn wê bê şopandin.

Welat û Xelîl ku birayên hev in û nikarin bibînin, ji sala 2017'an û vir ve karê çand û hunerê dikin. Hesreta vegera li Efrînê bi stranan tînin ziman.

CDK-F û TJK-F'ê zexta li Fransayê ya li ser aktîvîst û welatparêzên Kurd şermezar kirin û biryara çalakiyan da. Di vê çarçoveyê de bang li her kesî kirin ku 27'ê Nîsanê li qada La Repûblîqûe ya li Parîsê bin.