Dozger xwest doza der barê Emîne Şenyaşar bê redkirin

Di danişîna doza der barê Emîne Şenyaşar de hatibû vekirin de dozger daxwaza redkirina dozê kir. Parêzeran gotin, "Divê doz bê beraetkirin, ne redkirin."

Danişîna doza bi îdiaya “Bi awayekî eşkere organên darazê yên dewletê biçûk xistine” der barê Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjînê wê û du lawên wê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin de hatiye vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê hate lidarxistin. Şenyaşar, ji ber Nobeta xwe ya Edaletê ku li ber Wezareta Dadê ya Enqereyê didomîne tev li danişînê nebû. 
 
Di danişînê de parêzerên Şenyaşar amade bûn. Parêzerê Şenyaşarê Alî Arslan ê di danişînê de axivî, diyar kir ku di dosyayê de tu delîlên şênber nînin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 
 
Dûre dozgerê ku der barê esasê de mutalaya xwe pêşkeş kir, diyar kir ku derbarê Şenyaşarê de bi heman sûcdariyê li 4’emîn Dadgeha Ceza ya Rihayê darizandinek heye û bi hinceta doz weke hev in xwest ku doz were betalkirin. 
 
Parêzerê Şenyaşarê Alî Arslan ê li dijî mutalayê mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku tev li mutalayê nabin û wiha got: “Divê ne doz were betalkirin, biryara beraetê bê dayîn. Di dosyaya ku tê gotin ku dubare ye, dîroka sûc cuda ey. Di navbera dosyayan de têkiliyeeke hiqûqî û fîîlî nîne. Îdiayên tên kirin bê bingeh in. Ji ber vê yekê divê ne doz bê betalkirin divê biryara beraetê bê dayîn.”
 
Piştre parêzerên Şenyaşarê Ahmet Taş û Mehmet Fatîh Duzkan jî gotin ku divê ne doz bê betalkirin, divê biryara beraetê bê dayîn.”
 
Şandeya dadgehê piştî navbera hate dayîn, ji bo dosya bên yekkirin biryar da ku ji 4’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê re nivîsa muzakereyê bê nivîsîn û danişîna din taloqî 9’ê gulana 2024’an hate kirin.