Welatparêzê Kurd Yilmaz jiyana xwe ji dest da

Welatparêzê Kurd Saît Yilmaz (Koçer) li sirgûnê li bajarê Bern ê Swîsreyê jiyana xwe ji dest da.

Welatparêzê Kurd Saît Yilmaz (Koçer), ku ji sala 1990'î û vir ve di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de bi rengekî aktîf cih digirt, li bajarê Bern ê Swîsreyê ku 10 sal in lê bû, jiyana xwe ji dest da.

Yilmaz ji ber nexweşiya giran a lê der bûbû, duh bi şev li nexweşxaneya Bernê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Yilmaz wê îro danê êvarê saet di 19:00 de li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê merasîmek bê lidarxistin û dûre cenazeyê wî ji Êlihê re bê şandin.

Rayedarên Navenda Civaka Demoratîk a Kurd bal kişandin ser rola Yilmaz a di tekoşîna azadiyê de û ji bo merasîmê banga tevlîbûnê li Kurdên li Swîsreyê dijîn kirin.

...