TJK-E’yê nameya derbarê Abdullah Ocalan, ji endamên KE’yê re şand

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) di nameya ku ji endamên Konseya Ewropayê re şandî de, ji wan xwest ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

TJK-E’yê beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ku di navbera 16-19’ê Îlonê de were kirin, ji endamên Konseya Ewropayê (KE) re name şand. Di civîna navborî de, wê were kontrolkirin ku pêdivî û biryarên binpêkirinê yên DMME’yê tên pêkanîn an na. Di civînê de wê biryareke derbarê Abdullah Ocalan jî bê nîqaşkirin.

TJK-E'yê bang li dewlet û nûnerên endam kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin ku berpirsyariya xwe ya li pêşberî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne.

Jinên TJK-E’yî girêdayî vê yekê ji hemû endamên KE’yê re name şand û daxwaz kir ku ji ber pêdiviya hiqûqa navneteweyî, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

TJK-E’yê di nameya xwe de, bendewariya xwe ya ji Komîteya Wezîran re wiha rêz kir:

- Divê têkildarî hejmara kesên li Tirkiyeyê cezayê hepsê yê muebedê lê hatî birîn, hejmara kesên her sal vê cezayê digirin, hejmar û salên ku biryarên têkildarî van lê teqez bûne, ji Hikûmeta Tirkiyeyê daneyên bi îstatîstîk bên xwestin.

- Divê bang li Tirkiyeyê bê kirin ku cihêkariya di berdana bi şert a hin sûcan de tê kirin ji holê bê rakirin û ji bo vê jî bi lez û bez guhertin bê kirin.

- Eger ji bo pêkanîna Biryara OCALAN (2), KAYTAN, GURBAN Û BOLTAN hwd. li Tirkiyeyê (Application No. 24069/03, 27422/05, 4947/04, 33056/16) gaveke şênber neyê avêtin, divê Sekreteriya Komîteya Wezîran ji bo lêkolîneke din pêşnûme biryareke derbasdar amade bike.

-Divê ferman bê dayîna Serokatiya Komîteya Wezîran yan jî Sekreteriya Giştî ya Komîteya Wezîran da ku derbarê pêkanîna biryarên girêdayî Deklarasyona Reykjavik, bi rayedarên neteweyî yên peywendîdar re diyaloga siyasî xurt bikin û ji rayedarên Hikûmeta Tirkiyeyê re nivîsê binivîsin.

Di nameyê de ev tişt hate gotin: “Hûn Endamên hêja yên Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê û Komîteya Wezîran mafê we heye ku pêvajoyên îcrayê kontrol bikin û bişopînin. Têkildarî vê yekê daxwaza me ji we ewe ku daxwazên me li jor diyar kirî, bi nivîskî mafê xwe yê pirsînê bi kar bînin û bikin rojeva Komîteya Wezîran, bi nûnerên xwe yê welêt a li Komîteya Wezîran re têkîlî deynin, daxwazên me ragihînin û di vê civîna Komîteya Wezîran de ji bo ku bêyî ferq û cudahî wezîfeya kontrolkirinê were bicihanîn, bikevin nav hewldanê.”

Di nameyê de ev tişt jî hate gotin: “Ji bo pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, demokrasî û aştiya herêmî rola Birêz Ocalan mezin e. Lê ji ber tecrîda girankirî, nikare vê rola xwe bilîze. Di heman demê de li kêleka binpêkirinên cidî yên di mafên hiqûqî de, têkildarî ewlehî, tenduristî û jiyana wî em bi fikar in.”