Ti nemaye ku Rejîm, Helebê dorpêç bike

Bi êrîşa ku şevê dî artêşa Ereb a SûriyEYê ya Rejîmê û hevkarên wê li başûrê Malahê û ya Tugaya 4’an a girêdayî artêşê li herêma Leyramê dane destpêkirin, herêmên girîng bi dest xistin. Rejîm ti nemaye ku Helebê dorpêç bike.

Heleb a ku ji 2012’an ve di bin kontrola grûbên çeteyan de ye, ti nemaye ku ji hêla bakur ve aşxaneya Kastello û herêma Lunaparkê û li başûr jî herêmên derveyî Leyramûnê têkeve destê rejîmê. Rejîma ku êrîş bire ser Malahê ku xeta Bakur a navenda Helebê ye û herêma Leyramanûnê, êdî li van deran bi temamî serdest bûye.

Nayê payin ku derdora Benî Zeydê ya ku ji hêla başûr û rojava ve ketiye ber menzîla êrîşê, zêdetir xwe bigire. Tê gotin ji rêya Kastello ya ku ji Bakur û Başûr ve dor lê hatiye pêçan ji hatinûçûnê re bi giştî hatiye girtin. Ji bo ku rejîm her du hêzên xwe bike yek, divê qadeke 1 km’yî têxe bin kontrola xwe.

Bi ser Şêx Meqsûdê ya ku di bin kontrola hêzên Kurdan de ye, êrîşên çeteyên ku hefsarên wan di destê Tirkiyeyê de bi navberdayinê jî be didome. Çeteyên ku dor li wan teng bûye bi ser Seken Sikeyf û Seken Şebabê yên li bakurê bajêr, êrîşên hewanê û topên dojehî dikin. Tugaya Sultan Murat ku ji hêla MÎT’a Tirkiyê ve hatiye çekdar kirin, serkêşiya êrîşan dike.