Serokkomarê Iraqê: Heyîna leşkerên Tirkan a li ser axa Iraqê nayê qebûlkirin

Serokkomarê Iraqê Fûat Mahsûm diyar kir ku leşkerên Tirk bê ku distûrê ji Iraqê bigire xaka wan dagir kiriye. Mahsûm anî ziman ku heyîna leşkerên Tirkan a li ser xaka Iraqê nayê qebûlkirin.

Dagirkeriya leşkerên Tirk a li ser xaka Iraqê didome û her diçe nerazîbûna rayedar û hikûmeta Iraqê jî li hember vê leşkerkêşiya Tirk didome. Têkildarî derbaskirina leşkerên Tirk a li ser xaka Iraqê Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm ku ji ajansa euronews re axivî, bal kişande ser hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê û ev şermezar kir.

Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm dewama axaftina xwe de got ku ji dervey leşkerên Tirk, hemû hêzên hatine ser xaka Iraqê bi destûra hikûmeta Iraqê hatine.

Mehsum wiha got; “Min pêştir jî hebûna leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê şermezarkir. Ji bo vekişandina wan jî hewldanên mezin jî min meşandin. Her wiha li gel Tirkiyeyê jî gelek caran hatiye axaftin.”

Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ji bo vekişandina hêzên Tirkiyeyê, lijneyek hevbeş hatiye çêkirin ku pêşengiya vekişandina van hêzan bike. Belê rayedarên Enqereyê ev red kirine.”