Dadgehê 3 sal ceza weke salek û 24 meh hesap kir

Dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" 3 sal ceza li Ufuk Demîr birî, vî cezayî weke salek û 24 meh ragihan û biryara girtinê da. Demîr got ku wî ev cezayê lê birîne berê razaye lê dîsa heman ceza li wî hatiye birîn.

DOZA QIRKIRINA SIYASÎ

1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îdirê di doza ku bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" 3 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedarê Kurd Ufuk Demîr birî û vî cezayî weke salek û 24 meh ragihand.

Demîr anî ziman ku berê jî ji ber heman sûcdariyê li girtîgehên Bartîn û Patnosê mabû, lê cezayê ku diviya bihata taloqkirin dîsa lê birîn.

Dadgehê salan dabeşî mehan kir ku bi vî awayekî hişt ku Demîr cezayê xwe li girtîgehê biqedîne.

‘JI HEMAN DOSYAYÊ 2 CARAN CEZA LÊ BIRÎN’

Ufuk Demîr bertek nîşanî hewlwesta dadgehê da û wiha got; "Ez di sala 2018'an de ji ber vê dozê hatim girtin. Min li girtîgeha Patnosê û Bartin de girt. Piştre qanûna çapemeniyê hat derxistin û min ji vê qanûnê sûd wergirt. Ji dosyayeke din cezayê min hat daxistin. Piştî 6 salan careke din ev ydosya anîn pêşberî min. Ji bo ku cezayê dane nekeve cezayê min dabeşî mehan kirin. Bi salan e ez diçin dadgehan cara yekem bi pêkanîneke wiha re rû bi rû mam.”