Ji ber 'rexnekirinê' 5 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven hat birîn

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku di girtîgehê de dîl tê girtin, ji ber tayînkirina qeyûman rexne kir 5 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Axaftina siyasetmedara Kurd a girtî Leyla Guven a di civîna 15’ê Îlona 2016’an de li Êlihê kiribû bû mijara dozê.

Ji ber sûcên "propagandaya rêxistinê kiriye", "gel tehrîkî kîn û dijminatiyê kiriye” û "bi eşkereyî heqaret li millet, dewlet, meclis, hikûmet û dezgehên darazê yên Tirk kiriye" der barê Guven de îdianame amade kir.

Di rûniştina doza ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Êlihê dest pê kir de îro biryar hat dayîn. Leyla Guven beşdarî danişînê nebû, parêzerê wê Serdar Çelebî diyar kir ku axaftina di çarçoveya azadiya fikir û ramanê de ye, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêşkêşî dadgehê kir û daxwaza beraetkirina muwekîlê xwe kir. 

Dadgehê ji ber ku Leyla Guven bi eşkereyî heqaret li millet, dewlet, Meclîs, hikûmet û saziyên darazê kiriye 5 meh cezayê girtîgehê birî. Leyla Guven ji ber sûcê ku gel tehrîk li kîn û dijminatiyê kiriye beraat kir.