ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Salih Muslim diyar kir êrîşa terorî ya DAÎŞ’ê ji hêla dewleta Tirk ve hatiye fînansekirin û got, ‘’Ev êrîş bi rengê konsepte anîn. Êrîşa ku starta wê li Astana dan, beriya wê herêm hate dorpêçkirin û ji êrîşa Tirk re vekirin.

-Ferhat Şamî Ji bo ku pirsgirêka DAÎŞ’ê ji holê were rakirin, divê di serî de Tirkiye hêz û dewletên ku destekê didin van çeteyan werin darizandin.

-Mihemed Nesredîn piştgiriya xwe ji bo kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê anî ziman û got, “Derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê xizmet e ji bo xebata gelê Kurd ya ji bo bi destxistina mafên xwe li tevahiya Kurdistanê.”

-Reşahat Ada ku li Baroya Amedê di Nobeta Adaletê de ye diyar kir sê birayên wê girtîne û got, ‘’Heta ku birayê min ê nexweş were berdan ez ê ranewestim.’’

-Emîne Aydin, dayika girtiyê nexweş Fatîh Ozgur Aydin ku li Girtîgeha Tîpa F’yê ya Kurkçulerê girtiye û ji ber lêgerîna kêfî ya li nav dev nabin nexweşxanê, got, kurê wê êşa wî ya singê û rajena zêde heye, hindik maye qetîtkên xwînê bavêje.

-Jinên Şengalê li dijî hewildanên Pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê nerazibûnên xwe anin ziman û gotin: “Hukûmeta Kadimî dixwaze ku ewlehiya civakê xera bike lê em rênadin ku Asayiş û tevahî sazî û dezgehên me tunebikin.”

-Hinek bûyer rûdanên diqewim bi demê re dibin nirxên dîrokê yên civakê. Komara Kurdistanê ya Mahabadê jî yek ji van bûyera bû. Pêşewa Qazî Mihemed yekem serokê Komara Kurdistanê bû.