ROJEVA 1'Ê GULANÊ YA 2024'AN

Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû got, "Ev xwedîderketin wê mirovahiyê hembêz bike. Hingî wê CPT jî helwesteke rast nîşan bide. DMME jî wê bi rola xwe rabe, yan jî rola xwe bi bîr bîne. Û Rêber Apo jî bi têkoşîneke bi vî rengî azad bibe."

Çalakiyên ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran wê bê şopandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar û Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal got, "Rojeva me ya herî girîng rewşa Rêber Apo ye. Bi bikaranîna derfet û firsendan em diakrin dewletê neçarî Rêber Apo bihêlin, deriyên Îmraliyê vekin."

Huriye Mihemed karê xwe yê çandina şitlan ku 25 salan li Efrînê kir, piştî dagirkeriya li Efrînê derbasî Şehbayê kir. Hem Şehba şîn kir, hem jî îsal 120 hezar şitil firot û debara xwe pê kir.