Polîsan avêtin ser sendika.org

Li Stenbolê polîsan avêtin ser buroya sendika.org.

Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser buroyê ku kes lê ne bû.

Hate ragihandin ku polîsan pirtûk û dolab ji hev xistine, piştî ku lêgerîn qediya jî mifteya derî guhertine.

Li gorî agahiyan di serdegirtinê de hin wêne jî hatin desteserkirin.

Serdegirtin serê sibehê di dema serdegirtinên li Stenbolê yên bi hinceta beşdariya 1'ê Gulanê de hate kirin. Di serdegirtinan de herî kêm 27 kes hatin binçavkirin.