Dadgeha Federal giliyê Mesrûr Barzanî red kir

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, giliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li ser hejmar û parvekirina kursiyan a li parlamentê red kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 6'ê Gulana 2024'an têkildarî Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê serî li Dadgeha Federal dabû û xwestibû, amadekariyên ji bo hilbijartinên parlamentê tavilê rawestîne.

Serokwezîrê herêmê Barzanî di giliyê xwe de bal kişandibû ser parvekirina 100 kursiyên li parlamentê li gorî bajaran û rakirina 11 kursiyên ji bo hindikahiyan.

Dadgeha Federal îro di civîna xwe de giliyê Mesrûr Barzanî nirxand û red kir.