Rihayî li dijî tecrîda li ser Ocalan li qadan bûn

Rihayiyên ku li 5 navçeyan li dijî polîtîkayên tecrîdê yên ku ji aliyê AKP/Qesrê ve li ser Ocalan tê meşandin daketin qadan, azadiya Ocalan qîr kirin.

Berdewamkirina şertên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gel astengkirina hevdîtinê û têkildarî rewş û tendirustiya Ocalan ti agahî nayên girtin, li Riha çalakiya Nobeda Azadiyê ya ku hatî destpêkirin dewam dike. Gelên ku li navçeyên, Wêranşar,Hewag, Pirsûs, Xelfetiyê û Eyûbiye ya ku navçeya navenda Rihaye kom bûn, tecrîda li ser Ocalan protestokirin, azadiya Ocalan qîr kirin. Li Xelfetiyê Nobeda Azadiyê ya ku li Parka 4’ê Nîsanê ya Azadiyê parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, reveberên Xelfetî û Bêrecûk yên HDP û DBP’ê yên Rihayê, hevşaredarê Xelfetiyê Mûstefa Bayaram jî di nav de bi sedan kes kom bûn. Di çalakiya ku piranî jin bûn de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” qîr kirin.

‘DIVÊ MERCÊN AZADIYA OCALAN BÊ AVAKIRIN’

Di çalakiya nobedê de hevseroka HDP’ê yê Rihayê Ayşe Surucu axivî û diyar kir ku polîtiyayên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin, heta ku tecîda li ser Ocalan bê rakirin wê li qadan bin. Surucu, bal kişand ku ji bo gelê Kurd Ocalan xeta sor e, divê parêzer û malbat bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û em li bendê ne ku kesên têkildarî rewşê daxuyaniyekî zelal bidin. Surucu destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêberekî ji bo hemû gelan, divê mercên azadkirinê ji bo Ocalan bên avakirin. Surucu herî dawî binî xet kir ku heta dawî li polîtîkayên tecrîdê bên wê nobeda azadiyê dewam bikin.

LI HEWAGÊ JÎ GEL LI QADAN BÛN

Li navçey Hewag a Rihayê jî di çarçoveya Nobeda Azadiyê ya ku hatî destpêkirin de li dijî tecrîda li ser Ocalan li Parka Berkîn Elvan bi sedan kes kom bûn. Pankarta “Tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin, darebeya ku li hember aştiyê ye” hate vekirin. Di çalakiyê de li hember polîtîkayên tecîda li ser Ocalan bertek hatin nîşandan. Hewageyan, daxwaz kirin ku şert û mercên tecrîda giran a li ser Ocalan divê bi lezgîn bê rakirin û mercên azadiya Ocalan bên avakirin.

LI WÊRANŞAR Û PIRSÛSÊ JÎ ÇALAKIYA NOBET DEWAM DIKE

Li navçeya Eyyubiyê ya navendê gel li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Eyyubiyê kom bûn. Li vir li hember polîtîkayên tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bertek nîşan dan, daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Li Wêranşar li Parka Antîn û li Pirsûsê li Cûmhûryetê gel kom bûn, çalakiya Nobeta Azadiyê di roja 3. de dewam kirin.

...