Rapora Insîyatîva Çapemeniya Azad: Li Tirkiyê 166 nûçegihan girtî ne

Insîyatîva Çapemeniya Azad di salvgera 22’yê Nîsanê, Roja Nûçegihaniya Kurd de raporek weşand, Roja Nûçegihaniya Kurdistanê li kedkarên çapemeniya Kurd pîroz kir û diyar kir li Tirkiyê 166 nûçegihan girtîn ne.

Insîyatîva Çapemeniya Azad (OGÎ) salvegera 22’yê Nîsanê Nûçegihaniya Kurdistanê pîroz kir û got:

‘’Em berî her tiştî 119. Salvegera Rojnamegeriya Kurdî li we tevan pîroz dikin. Em hevî dikin ku ji niha û şûn de êdî rojnameger bi rengekî azad rojnamegeriyê bikin.

Me 119 salên Rojnamegeriya Kurdî li pey xwe hişt. Me bi Rojnameya Kurdistanê dest pê kir. Em îro gihiştin bi dehan kovar, rojname, radyo, televîzyon, ajans û malperên nûçeyan. Kurd bi rojnameyekê ketin rê û îro artêşa çapemeniya xwe ya profesyonel ava kirine. Her çend zext tu car kêm nebûn jî, tevî hemû zextan çapemeniya Kurd gihişt konaxek gelek mezin. Îro çapemeniya Kurd bi hemû weşanê xwe bi rojnamegeriya cîhanê re di pêşbirhê de ye. Hem bi rojnamegeriya xwe, hem jî bi weşangeriya xwe karê xwe bi profesyonelî dike û rê li pêş civakê vedike. Pêşiya civakê ronî dike. ‘’

Insîtatîvê diyar

Insîyatîvê bal kişande ser zextên li ser çapemeniya Kurd û ev agahî dan:

17 NÛÇEGIHAN HATIN KUŞTIN, 109 HATIN GIRTIN

Li Tirkiyeyê piştî şerê navxweyî dest pê kir, zextên li ser çapemeniya muxalif jî zêd bû. Di vê pêvajoyê de ku şer dest pê kir  herî zêde çapemeniya Kurd a muxalif bû hedef. Di serî de ajansên nûçeyan ên wekî DÎHA, JINHA û rojnameyên wekî Ozgur Gundem, Azadiya Welat û Cumhuriyet û bi dehan weşanên din bûn hedef. Tenê DÎHA piştî 48 çaran hat sansurkirin û astengkirin, bi biryara BHQ’ê re hat girtin. JINHA jî dîsa piştî 12 caran hat sansurkirin hat girtin.

Li gorî daneyên roj bi roj di sala 2016’an de 17 rojnameger hatin kuştin. 352 rojnameger hatin binçavkirin. Ji vana 109 rojnameger hatin girtin Bi giştî hêjmara rojnamegerên girtî gihişt 146’an.

318 weşanên çapemeniyê hatin girtin-astengkirin

Di salekê de 318 weşanên çapemeniyê hatin girtin û astengkirin. Ji vana 88 rojname, 17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan, 120 Radyo-tv, 58 malperên nûçeyan ên internetê hatin girtin. (Tenê di serdema Rewşa Awarte  de 28 tv, 32 radyo, 51 rojname,  17 kovar, 30 weşanxane, 5 ajansên nûçeyan)

780 kartên çapemeniyê yên rojnamegeran hatin betalkirin

Di vê pêvajoyê de herî kêm 66 rojnameger dema hatin binçavkirin rastî lêdan û heqiyê hatin,  6 rojnameger jî dema ku nûçe dişopandin rastî lêdan û heqiyan hatin. Herî kêm 180 rojnameger di şopandina nûçeyan de rastî gefên devkî hatin.  Herî kêm pasaportên 49 rojnamegeran hatin betalkirin. Herî kêm kartên çapemeniyê yên 780 rojnamegeran hatin belatkirin. Weşanên çapemeniyê 829 caran hatin astengkirin. 42 rojnameger rastî êrîşan hatin.

BÎLANÇOYA SÊ MEH Û 20 ROJÊNN DAWÎ

Di 3 meh û 20 roj (110) rojên dawî de:

Zextên li ser çapemeniyê di sala 2017’an de hîn zêdetir bû. Di 2017’an de jî binçavkirin, girtin, kuştin kêm nebû. Di demsala yekem a 2017’an de;

Bi giştî îro 166 rojnameger girtî ne.

82 rojnameger hatin binçavkirin.

17 rojnameger hatin girtin,

35 rojnameger rastî lêpirsînê hatin,

9 rojnameger rastî êrîşê hatin,

6 rojnameger rastî dozê hatin,

30 rojnameger rastî ceza hatin,

2 rojnameger hatin dersînorkirin,

2 tv hatin girtin,

2 rojnameger hatin kuştin. Rojnameger Nujiyan Erhan li Şengalê û Rojnameger Şifa Gerdî li Musulê hat kuştin.  

6 rojnameger di êrîşan de birîndarbûn,

17 amûrên rojnamegeran (Kamera, fotoğraf makinesi, kompîtir ) hatin desteserkirin,

3 malper hatin astengkirin tenê dîhaber 6 caran hat astengkirin. ‘’