Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê: NA ji faşîzmê re!

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên li dijî gel û baweriyan û got, "Em bang li her kesî dikin ku ji dîktatorî, faşîzm û zilmê bêjin 'NA'."

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, ku ji Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Ewropayê (FEDA), Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) pêk tê, li ser referandûma 16'ê Nîsanê daxuyaniyek weşand.

Li ser navê platformê Mûstafa Deprem daxuyanî eşkere kir û da zanîn, di serdema AKP'ê de derfetên jiyanê ji baweriyên cuda, komên etnîkî, karker, hunermend, akademîsyen û rojnamevanan re nemane û şîdeta li jinê zêde bûye.

ÇIMA NA?

Di daxuyaniyê de, sedemên ji bo bikaranîna dengê 'NA' hatin destnîşankirin:

"Em weke Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, di referandûmê de dengê 'NA' bi kar tînin,

-Em dibêjin NA, ji xerakirina bajar, goristan û îbadetxaneyên me re,

NA, ji kuştina jin, zarok û ciwanên me re,

NA, ji girtina parlamenter, hevşaredar û nûnerên gel re,

NA, ji derxistina ji kar a zanyaran û bi sed hezaran mirovan,

NA, ji desteserkirina mafê nûçegihaniya rast û rojnamevaniyê,

Ji bo pûçkirina zilm û zordariya li ser gel û baweriyan, NA,

NA, ji ber ku Îslam kirine amûrek siyasetê,

NA, ji ber ku oldaran weke endamên îxtîxbaratê bi kar tînin û dikin amûrek ji faşîzm û tûranîzmê re,

Em bang li her kesî dikin ku ji dîktatorî, faşîzm û zilmê re bêjin NA."