Phillips: Tekane çareserî mafê tayînkirinê ya Kurdan e

Rûniştina duyemîn a Konferansa Kurdan a bi serenava “Xetên li ser qûmê: Dîroka Pirsgirêka Kurd û Sykes-Pîcot” dewam kir. Di vê beşê de rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn hat vegotin.

Konferansa Kurdan a Parlamentoya Ewropayê (PE) ya ku îro li paytexta Belçîka Brukselê destpê kir, bi rûniştina bi serenavê “Xetên li ser qûmê: Dîroka Pirsgirêka Kurd û Sykes-Pîcot” dewam kir. Di vê rûniştinê de Profesorê Dîrok û Sosyolojiyê Hamît Bozarslan, Dîrektorê Bernameya Mafên Mirovan û Avakirina Aştiyê ya Zanîngeha Columbîa Davîd Phillips, Ji Zanîngeha Susex a Îngilîstanê Profesorê Têkîliyên Navneteweyî Kamran Matîn û Rojnamevan Fehîm Taştekîn beşdar bûn. Di rûniştinê de ku der heqê pirsgirêka Kurdan a 100 salan hat axaftin, hat destnîşankirin ku çareserî demokratîkbûyin û mafê tayînkirinê ye.

BOZARSLAN, SYKES-PÎCOT VEGOT

Li vir destpêkê Profesorê Dîrok û Sosyolojiyê Hamît Bozarslan axivî, Hevpeymana Sykes-Pîcot a beriya sed selan vegot. Bozarslan diyar kir ku ev ne hevpeyman e, rêgez in û wiha axivî; “Îro hê jî bandorên Yekemîn Şerê Cîhanê li herêmê heye.” Bozarslan ragihand ku dema her du şerên cîhanê Rojava di xwendina stratejiya Kurdan de zehmetî kişandin, îfade kir ku piştî hevpeymana Lozanê “statukoyek mabeyna dewletan” ketiye meriyetê.

PHILLIPS: LI TIRKIYEYÊ RÊVEBERIYEK KRÎMÎNAL HEYE

Dîrektorê Bernameya Mafên Mirovan û Avakirina Aştiyê ya Zanîngeha Columbîa Davîd Phillips, got pêwîst e Erdogan di çarçoveya sûcên mirovahiyê de bê darizandin û got; “Divê ji bo vê çeteya sûcên mirovahiyê karta sor derkeve.” Phillips ragihand ku dikare giliyê wê li dezgehên mafên mirovan a NY û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê kirin, wiha pê de çû; “Divê saziyek navneteweyî sûcên li Tirkiyeyê bipirse. Ev dibe ku Konseya Ewropayê be.”

Phillips, dema pêvajoya ku beriya niha li Tirkiyeyê hebû û wek ‘pêvajoya aştiyê’ dihat binavkirin nirxand, wiha axivî; “Min berê jî gotibû. Pêvajoyek na aştî ne jî şer e. Lîstokek hebû.”

Phillips der bir ku divê PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin û aştiyeke ku civaka navneteweyî dikare bişopîne bê kirin, yekane çareseriya ku dikare niha pêk were jî wiha bi lêv kir: “Niha çareseriya yekane ew e Kurd qedera xwe bi xwe tayîn bikin. Li Tirkiyeyê rêveberiyek krîmînal heye. Sûcên şer dikin û pêwîst e hesab bidin.”

HEVDÎTINÊN CINÊVÊ TENÊ BI TEVLÎBÛNA KURDAN DIKARE SERKEFTÎ BIBE

Ji Zanîngeha Susex a Îngilîstanê Profesorê Têkîliyên Navneteweyî Kamran Matîn, têkîldarî krîza Sûriyeyê hevdîtinên Cinêvê nirxand. Matîn, destnîşan kir ku yekane astengiya li pêşiya Kurdan a ji bo tevlîbûna vê hevdîtinê Tirkiye ye, wiha dewam kir; “Ev bi wirdekirina aktorekî girîng nikare bê çareserkirin.” Matîn, diyar kir ku hevdîtinên Cinêvê tenê bi tevlîbûna Kurdan dikare serkeftî bibe.

TAŞTEKÎN: DERDÊ TIRKIYEYÊ MODELA ROJAVA YE

Rojnamevan Fehîm Taştekîn bal kişand ku mafên mirovan ên li Sûriyeyê veguheriye pêvajoyek xwînî û wiha dewam kir; “Ev pêvajoya xwînî du model afirandin. Yek modela xwînî ya DAÎŞ’ê ye û ya din jî modela Rojava ye. Tirkiyeyê li milê DAÎŞ’ê cih girt. Tirkiyeyê hem li dijî Kurdan hem jî li dijî rejîma Sûriyeyê şer kir. Tirkiyeyê di polîtîkaya DAÎŞ’ê de di 4 kategoriyan de xwe da dest. Yek li dijî rejîmê şer kir. Ji hêla Tirkiyeyê wek rêxistinek şoreşgerî hat dîtin. Ya duyem jî li dijî Rojava şer kir, ji hêla Tirkiyeyê hat bikaranîn. DAÎŞ’ê sînorên Tirkiyeyê bi kar anî, mîlîtan veguhestin. Û çav li van hatin girtin, an jî hatin destekkirin. Kengî ku Tirkiye bi piştgiriya xwe ya DAÎŞ’ê hat ziman, wê dema Enqere tevlî koalîsyona navneteweyî bû.”

Taştekîn, operasyona dewleta Tirk a “Mertala Firatê” jî nirxand û ev gotin; “Li vir dixwazin reng bidin ku destekê nadin DAÎŞ’ê, pêşiyê li korîdora Efrîn û Kobanê bigrin, hilma komên li Helebê bîne ber wan û ji bo komên Îslamîst qadê veke. Ji ber Rojava eynikê dide ber tevahî pirsgirêkên ku Tirkiye nikare ji nav derkeve, bi hêrs dibe. Li gor Tirkiye ya ku nikare tehamulî reng û cudahiyên nav xwe bike, Rojava kişker e. Tevahî mesele ew e ku nehêle Kurd bi awayekî hiqûqî bigihêje statuyê. Eger Erdogan pehîn li maseya çareseriyê nedabûya, wê rewş hê cudatir bûya. Lê mixabin, Tirkiye ev xwest. Di encam de, Tirkiye ya ku rola demokrasiya Rojhilata Navîn li ser bû, rêya xwe û demokrasî winda kir.”