Partiya Keskan a Swîsreyê komkujiya li Enqereyê şermezar kir

Partiya Keskan a Swîsreyê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li Enqereyê şermezar kir û got, "Em li bendê ne ku hikûmeta Tirkiyeyê der barê vê komkujiya hov û tirsnak de daxuyaniyekê bide."

Partiya Keskan a Swîsreyê bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li Enqereyê şermezar kir û got, "Em li bendê ne ku hikûmeta Tirkiyeyê der barê vê komkujiya hov û tirsnak de daxuyaniyekê bide."

Nerazîbûna li hemberî komkujiya dewletê li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê kir, roj bi roj zêde dibe. Herî dawî Partiya Keskan a Swîsreyê daxuyaniyeke nivîskî weşand, komkujiya li Enqereyê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku ew piştgiriyê didin her kesên li Tirkiyeyê ji bo aştî û demokrasiyê têdikoş in.

'DIVÊ DEWLETA TIRK BI LEZGÎNÎ DAXUYANIYEKE BERFIREH BIDE'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em bûyerên şîdetê yên ku roj bi roj li Tirkiyeyê mezin dibin, bi tirs û fikar dişopînin" û hat destnîşankirin, ku komkujiyeke bi vî rengî ya li hemberî aştîxwazan, ti carî nayê qebûlkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Keskiyan em li bendê ne ku hikûmeta Tirk bi lezgînî der barê vê êrîşa tirsnak de daxuyaniyeke berfireh bide" û ji hikûmeta Tirk xwest, ku berpirsyariya xwe ya di bûyerên şîdetê de lêkolîn bike.

'PÊWÎSTE SWÎSRE ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE'

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Çawa çêdibe ku li navenda paytextê, êrîşeke bi vî rengî ya terorê tê kirin? Divê ev tavilê bê aşkerakirin. Pêwîste li Tirkiyeyê mafên hindikahiyan û demokrasî bên naskirin û xurtkirin. Weke Keskiyan em ji Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîder Bûrkhalter dixwazin ku ji bo pêvajoya aştiyê zextê li Tirkiyeyê bike. Bi taybetî ji bo parastina mafên gelê sivîl, azadiya ramanê û pêkhatina hilbijartinên 1'ê Mijdarê di nava rewşeke ewle û demokratîk de, divê Swîsre zextê li Tirkiyeyê bike."