Mûrat Eser û Orhan Can piştî 30 salan hatin berdan

Girtiyên siyasî Mûrat Eser û Orhan Can, piştî 30 salan hatin berdan.

Orhan Can (52) ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan cezayê xwe înfaz kirî duh hate tehliyekirin. Can, di sala 1994’an de li Mêrsînê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin. Dadgehê, bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 36 sal cezayê hefsê li Can birî. Can, di vê pêvajoyê de li girtîgehên Amed, Semsûr, Êlih, Îzmîr, Sêwereg, Riha û herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê ma.

Can, li ber deriyê girtîgehê ji hêla malbata xwe ve hate pêşwazîkirin û bi hev re derbasî bajarê xwe Amedê bûn.

Mûrat Eser jî ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa K-1 a Karakoçan a li navçeya Depê ya Xarpêtê, hate berdan. Mûrat Eser di sala 1994’an de bi hincetên siyasî hatibû girtin.

Eser li ber girtîgehê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Eser derbasî mala malbata xwe ya li Taxa Selahattîn Eyyubî ya navçeya Rezan a Amedê bû. Eser wiha got: “Ji ber ku azadiyeke rast nîne, ti wateya azadiya şexsî nîne. Piştî salan dîtina gel girîng e. Ferqek girîng di navbera beriya 30 salan û niha de nîne, ji ber ku azadiya pêk nehatiye ez zêde kêfxweş nabim.”