Milîsên HBDH'ê li Bûrsayê kargehek şewitandin

Milîsên Mehmet Akîf Dalci yên HBDH'ê diyar kirin ku li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê dikaneke mobîlya ya kesekî MHP'yî şewitandine.

ÇALAKIYA MILÎSÊN HBDH'Ê

Di daxuyaniya Milîsên Memet Akîf Dalci yên HBDH'ê de hate gotin, "26'ê Nîsanê saet di 06:00 de li navçeya Osmangazî ya Bûrsayê me agir berdan dikana mobîlya ya kesekî faşîst ê MHP'yî ku heqaret li gelê me û şoreşgeran dikir. Dikana faşîstê bi navê Îsmaîl Çetîn bi temamî şewitî."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê çalakiya xwe diyarî berxwedêrên Metînayê dikin. Em ê bersivdana li operasyonên we yên li Kurdistanê li bajarên ku dilê sermayeyê ne bikin."