Li Iraqê êrîşên bombeyî: 4 mirî, 9 birîndar
Li navçeya Xalîs a Diyalayê, sê êrîşên bombeyî li benda kontrolê ya Uzemê hat kirin û di encamê de 4 wezîfeydarên ewlekariyê mirin, 9 jî birîndar bûn.
Li navçeya Xalîs a Diyalayê, sê êrîşên bombeyî li benda kontrolê ya Uzemê hat kirin û di encamê de 4 wezîfeydarên ewlekariyê mirin, 9 jî birîndar bûn.
Qeymeqamê Xalîsê Adî Xedran li ser êrîşê daxuyaniyek da û ragihand, êrîş bi rengekî hevdemî bi sê wesayîtan hatiye kirin û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane, 9 kes jî birîndar bûne.
Navçeya Xalîs a ser bi wîlayeta Diyalayê, bi 55 kîlometreyan li bakurê Bexdayê ye û li ser rêya bingehîn a navbera Kerkûk-Bexdayê ye.