NÛ BÛ

Li Ewrûpayê dirûşmên ‘Ji Ocalan re Azadî ‘ berz dibin

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji ber tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirinên xwe didomînin.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji ber tecrîda li ser  Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirinên xwe didomînin. Di çalakiyan de ku daxwaza azadiya Ocalan tê kirin, her wiha daxwaz tê kirin ku hevdîtin li Îmraliyê pêk bên. Li Ewrûpayê her wiha çalakiyên şermezarkirina qetlîama Qamişloyê jî didomin.

LONDON

Li paytexta Îngilistanê Londonê jin û ciwanên Kurd tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Di çalakiyê de ku li pêşiya Stasyona  Wood Green hate lidarxistin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û bi zimanê Îngîlîzî jî “Ji Ocalan re Azadî” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya endamên Ciwanên Azad de wiha hat gotin; “Heta tecrîda li ser Reber Apo ranebe û azad nebe wê çalakiyên me li her derê Ewrûpayê bidomin. Em ê nehêlin ku jiyanek normal li Ewrûpayê bidome.”

Piştî daxuyaniyê ciwanan ji bo çalakiya roja Şemiyê saet 15.00’an banga tevlîbûnê kirin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Kurdistaniyan ji bo protestokirina tecrîda li ser Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Çalakî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Dem-Kurdê li pêşiya avahiya operayê pêk hat. Kurdistanî û dostên wan tecrîd şermezar kirin.

Di çalakiyê de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hate kirin ku der heqê ewlekarî û tenduristiya wî de guman hene.

Çalakiyêk din jî li dijî tecrîdê ji aliyê AVESTA’yê ve hat lidarxistin. Jinan dosyayêk dan buroya Rexistina Efûyê ya Navnetewî ya li Viyanayê.

PFORZHEÎM

Li bajarê Pforzheîmê yê Elmanyayê, ji aliyê Yekîtiya Malbatên Kurdistanê ve qetlîama Qamişloyê hat şermezarkirin. Di  çalakiyê de ku li qada  Pforzheîm Markplatzê hat lidaxistin, belavokên bi zimanê Elmanî jî hatin belavkirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Lenet li DAÎŞ’ê”, “Lenet li dîktator Erdogan” hatin berzkirin.