Li Dusseldorfê çalakiya edaletê hat lidarxistin

Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2014'an de li Parîsê hatin kuştin, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê çalakiya 'lêgerîna li edaletê' hate lidarxistin.

Çalakiya vê hefteyê bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê hate lidarxistin û endamên Însiyatîfa Jinê ya Dusseldorfê, komunên jinê yên Neûss, Krefeld, Grevenbroîch û Monchengladbachê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd tevlî bûn.

Li ser navê TEV-ÇAND'ê hunermend Seyîdxan li çalakiyê axivî û got, "Ji bo bûyera kuştina sê hevalên me yên şoreşger bê ronîkirin, hevkarên vê komkujiyê bên girtin, ev çar sal in her hefte em çalakiyan lidar dixin. Mirina bi guman a Omer Guney her çend pêvajo berevajî kir jî, heta ku ev komkujî bê ronîkirin em ê bi erka xwe rabin."

Li ser navê TJK-E Zîlan Serhed mafê axaftinê girt û got, "Di dîroka partiyê de yê ku herî zêde xwedî li şehîdan derdikeve Rêbertî ye. Em ê bidin ser şopa Rêberê xwe û her tim xwedî li şehîdên xwe derkevin. Çalakiya me ya îro ya li vir a dawî be jî ev nayê wê wateyê ku em ê dest ji daxwaza xwe ya edaletê berdin. Em ê bi çalakiyên cihêreng, şopdarên vê mijarê bin û heta komkujî were ronîkiri, çi ji destê me bê emê bikin."

Çalakiya ku saet di 11:00 de dest pê kir, heta saet 12:30 dewam kir. Di çalakiyê de bi zimanên Elmanî dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Terorîst Erdogan", "Hevkar Fransa wê hesab bide", "Em ê ji bîr nekin, em ê efû nekin" û bi Kurdî dirûşmên "Jin jiyan azadî - Sara, Rojbîn, Ronahî" hatin qîrîn. Her wiha gelek belavok hatin belavkirin.

Çalakî bi sirûdên "Birayên delal hûn werin Kurdino" û "Çerxa Şoreşê" qediya.