Li Dûîsbûrgê qeyûm hate protestokirin

Li ser banga KCDK-E ya bi şiyara ku “ Ji bo bilindkirina têkoşînê, xwedî li Rêbetî û vîna xwe derbikevin, em ê 24’ê Îlonê li her derê li qadan bin” li Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

Bi sedan Kurdistaniyên ku li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê kom bûn bi dirûşmên mîna “Dest nede Rêbetî û vîna me”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statû” meşiyan.

Di mîtînga ku li Dellplatzê hate lidarxistin de li ser navê Navenda Komeleya Civak Kurd a Demokratîk a Dîsbûrgê Niyazî Oztaş axaftin kir.

Girseyê bi dirûşmên “Kujer AKP”, “ TC ji Kurdistanê bi derkeve”, “Bijî Serok Apo”, “ Jin, jiyan azad” û “Dest nede Rêbertî û vîna min” meş li dar xistin.

Piştî axaftinên li herêmê hatin kirin dawî li meşê hate.

...