Li 4 bajarên Swîsreyê çalakiyên ji bo Amedê

Li 4 bajarên Swîsreyê bi sedan Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û ji ber binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, dewleta Tirk protesto kirin.

Nerazîbûna Kurdistaniyên li Ewropayê ya li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, zêde dibin. Li bajarên Basel, Lozan, Bern û Zurîchê bi sedan Kurdistanî li hev civiyan û bi qîrîna dirûşma "Gelê Kurd serî netewand, wê netewîne" lenet li Erdogan û çeteyên wî anîn.

BERN: Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona trenê ya navendî ya Bernê li hev civiyan û li dijî Erdogan û çeteyên wî pankart û dowîz hildan. Girseya gel ber bi Parlamenta Federal a Bernê ve meşiya. Di dema meşê de dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Kujer Erdogan", "Amed bi tenê nîne" hatin qîrîn. Di heman demê de li ser binçavkirina Hevşaredaran, belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin. Piştî meşê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bernê daxuyaniyek hat dayîn û bang li hêzên navneteweyî hat kirin, ku li dijî vê rewşê bikevin nava tevgerê.

LOZAN: Kurdistanî û dostên wan ên li Lozanê dijîn, li ber dêra St. Laûrentê çalakiyek pêk anîn û xwedî li Amedê derketin. Qisekeran li vê derê gotin, Erdogan gav bi gav Tirkiyeyê dixe nava şerê navxweyî û bal kişand ser polîtîkaya mêtîngeriyê ya dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne. Her wiha hat destnîşankirin, ku li dijî binçavkirina Hevşaredaran divê Kurdistaniyên li Ewropayê rabin ser piyan û hat gotin, gelê Kurd mîna heta roja îro wê bi berxwedanê Erdogan û çeteyên wî bisekinîne.

BASEL: Li bajarê Baselê, Kurdistanî û dostên wan li meydana Basel Claraplaty li hev civiyan û binçavkirina Hevşaredaran û hiqûqa mêtîngeriyê şermezar kirin. Di çalakiyê de li dijî Erdogan dirûşme hatin qîrîn û ji gelê Kurd hat xwestin, li dijî dewleta Tirk a mêtînger her li ser piyan be.

ZURÎCH: Binçavkirina Kişanak û Anli li bajarê Zurîchê ji aliyê nûnerên partiyên Swîsreyî û parlamenteran ve hate şermezarkirin. Li se navê Komîteya Şaredariya Bira ya Zurîch-Amedê, Medîco Înternatîonal, Solîfonds, Alternatîf Lîste, Kesk, Zurîch SP, Meclîsa Jinê ya Bêrîtan û DEM-KURD, li qada çalakiyê axaftin hate kirin. Binçavkirina Kişanak û Anli hat şermezarkirin û daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî hate kirin.

...