Komkujiya li Zergelê li Bernê hat lanetkirin

Êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li gundê Zergelê, li bajarê Swîsre Bernê hatin protestokirin.

Êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li gundê Zergelê, li bajarê Swîsre Bernê hatin protestokirin. Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Çep a Tirkiyeyê Teslîm Tore di axaftina xwe ya li çalakiyê de ragihandin ku AKP û Erdogan ji tola hilbijartinên 7'ê Hezîranê hilînin li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê şerekî giştî îlan kirine û destnîşan kir ku ti tişt wê nikaribe Erdogan û AKP'ê ji tinebûnê rizgar bike.

Êrîşên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û komkujiya li gundê Zergelê, li bajarê Swîsre Bernê bi çalakiyekê hatin protestokirin. Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bern Casînoplatzê civiyan û polîtîkayên şer ên Hİkûmeta AKP û Erdogan li hemberî Kurdan dane destpêkirin, şermezar kirin.

OCALAN: EV ŞER ŞERÊ DESTHILATDARBÛyÎNA ERDOGAN E, LÊ WÊ WINDA BIKE

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna şoreşê, Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bernê Ahmet Ocalan mafê axaftinê kir. Ocalan bi şermezarkirina komkujiya li Zergelê dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku hikûmeta AKP û Erdogan ji bo desthilatdarbûyîna xwe li dijî Kurdan şer îlan kirine. Ocalan anî ziman ku şerê diqewime ne şerê navbera PKK û dewleta Tirk an jî ne şerê navbera Kurd û Tirkan e. Ocalan got, "Ev şer şerê AKP û Erdogan ê ji bo bi tena serê xwe bibin desthilatdar e. Bi van polîtîkayên şer ên qirêj re wê negihêjin ti tiştê dixwaze. Bila baş zanibin, serketiyê vî şerê wan daye destpêkirin, wê bindest û gelên berxwedêr bin."

TORE: ERDOGAN Û AKP MEHKÛMÎ TINEBÛNÊ NE

Piştî Ocalan ji kadroyên pêşeng ên Tevgear Çep a Tirkiyeyê Teslîm Tore mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku AKP û Erdogan ji ber têkçbûna xwe ya li hemberî HDP'ê, di serî de Kurd li dijî hemû mûxalîfan şerekî giştî daye destpêkirin. Tore da xuyakirin ku Erdogan bi polîtîkaya xwe ya şer re di heman demê de starta hilbijartina pêşwext daye û destnîşan kir ku ti polîtîkaya bê meşand wê êdî nikaribin Erdogan û Hikûmeta AKP'ê ji têkçûnê rizgar bikin. Tore bal kişand ser modela "neteweya demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku sedsala 21'an wê bi hişmendiya neteweya demokratîk teşe bigire.

ÛZÛN: JI BO AŞTIYÊ DIVÊ EM LI QADAN BIN

Li ser navê Komeleya Mafên Mirovan a Swîsreyê Esma Ûzûn jî bi şermezarkirina komkujiya li Zergelê re dest bi axaftina xwe kir û da xuyakirin ku ji bo şerê Erdogan ji bo desthilatdariya xwe daye destpêkirin veguhere aştiyê, divê her kes dakeve qadan.

Çalakî piştî axaftinan bi qîrîna dirûşmeyên "Kujer Erdogan" bi dawî bû.

...