Kesên êrişî navenda HDP'ê kirin, eşkere bû ku AKP'î ne

Provokatorên ku çend roj berê êrişî navenda giştî ya HDP'ê kirin, eşkere bû ku Îlona heman salên bi Nûman Kûrtûlmûş û Oya Eronat ên AKP'î re wêne kişandine.

5'ê Gulana 2022'an komeke ku pişta xwe dispart polîsan, li Enqereyê êriş bir ser Navenda Giştî ya HDP'ê.

Polîsên ku piştgirî didin koma provokatoran, bi gotina "Bêdeng bibe, ez ê te li bin guhê dîwêr bixim' gefa kuştinê li Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran xwarin û 8 xebatkarên HDP'ê destgîr kirin.

Ji êrişkaran Celîl Bektaş û Suleyman Aydin meha Îlonê li Navenda Giştî ya AKP'ê bi Wekîlê Serokê Giştî yê AKP'ê Nûman Kûrtûlmûş û wekîla AKP'ê ya li Amedê Oya Eronat re wêne kişandibûn.

Wêneyên ku 25'ê Îlona 2021'ê hatine kişandin, nîşan didin ku êriş ji aliyê AKP'ê bi xwe ve hatiye organîzekirin.