'Ji bo şandina şer ciwanê me nîne'

Parlamenterê HDP'ê Levent Tuzel amadekariyên "şer" ên AKP li hemberî Rojava û Sûriyeyê dike ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku hewldaneke bi vî rengî ne serketina siyasî ya AKP'ê wê bibe têkçûna giştî ya AKP'ê.

Tuzel diyar kir ku AKP a bi şoqa têkçûna hilbijartinê tevdigere, nikare ji hilbijêrên xwe jî destekê werbigire û destnîşan kir ku weke HDP ew ê destekê din şerekî bi vî rengî. Tuzel got, "Ji bo şandina şerê Sûiriyeye yan jî herêma tampon, ciwanekî me nîne."

AKP DITIRSE!

Parlamenterê HDP'ê Levent Tuzel amadekariyên AKP'ê yên ketina nava şer nirxand û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê ya ji destpêkê ve ji bo hilweşandina rejîma Esad a ji dest tê dike, niha jî ji rêveberiyeke xweser a demokratîk a Kurdan û gelên Rojhilata Navîn, ji sempatiya ji meylê gelekî ditirse. Tuzel da xuyakirin ku ji bilî AKP'ê kesek ne aciz e ku gelên Rojhilata Navîn xwe bi xwe biparêzin û bi rêvebibin û bibîr xist ku têkoşîna şervanên YPG'ê û gelên Rojhilata Navîn a li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, ji aliyê cîhanê ve tê destekkirin.

Tuzel ragihand ku Serokkomar Erdogan û rêveberiya AKP'ê yên nikarin xwe li serketinên şervanên YPG/YPJ'ê rabigirin, ji bo şaşitiyên xwe yên li Sûriyeyê binixumînin ketine nava hewldana şer û destnîşan kir ku ev hewldan ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve tê wateya destavêtineke vekirî, ji aliyê gelê Kurd ve jî tê wateya xetimandina lêgerînên aştiyane.

PÊŞÎ LI REWŞA KAOSÊ TÊ VEKIRIN

Tûzel got, "Xortekî me nîne ku em ji şerê li Sûriyeyê yan jî herêma tampon re bişînin" û anî ziman ku weke HDP ew ê rê nedin vê siyaseta şer. Tuzel da zanîn ku ev hewldana AKP'ê, ji bilî MHP a dijminatiyê li Kurdan dike û dinava neteweperestiyeke tund de ye, ji hêzeke din nikare destekê bibîne û anîz iman ku hilbijêrên AKP'ê bi xwe destekê nade vê polîtîkaya şer.

Tuzel got, "AKP bi sozên 'çareserkirina pirsgirêka Kurd, çêkirina destûreke bingehîn a nû û bilindkirina asta aramiyê ya gel, ji Tirkiyeyê û gelê Kurd deng stend. Kesî ev deng, ji bo ciwanên vî welatî têxin nava şer an jî şerê li Sûriyeyê bîne nava Tirkiyeyê, nedaye." 

Tuzel bibîr xist ku AKP bi şoqa ji encamên hilbijartinê şerxwaziyê dike û ragihand ku ev yek dikare rê li ber encamên gelekî xetere veke. Tuzel got, "Di rewşeke bi vî rengî de rewşa kaosê wê serdest bibe. Ev yek jî ne serketina siyasAî ya AKP'ê wê bibe hilweşîna giştî ya AKP'ê."