Ji bo Rojda Çîftçiyê cezayê hepsê

Ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Sekretera Şaxa Dersimê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê Rojda Çîftçî hat birîn.

Rûniştina biryarê ya doza sekretera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) ya Dersimê Rojda Çîftçî ku ji ber îfadeya îtîrafkar Ûmît Akbîyik bi îdiaya "endamê rêxistinê" hatibû vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Dersimê hat lidarxistin. 

Parêzer û Rojda Çîftçî beşdarî danişînê bûn.

Piştî îfadeyên dawî yên dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Rojda Çîftçî hat birîn.