Hiqûqnasan daxwaza azadiya Ocalan kirin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Buroya Hiqûqê ya Bindestan, AHB, ÇHD û Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. Hiqûqnasan gotin, ji bo aştî pêk were, divê Ocalan azad bibe.

Li ser banga Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Şaxên Stenbolê yên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB), Buroya Hiqûqê ya Açilim (AHB), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê, têkildarî tecrîda giran a li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan li Salona Civînê ya Taksîm Hîllê civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Erman Emekçî ve hat xwendin. Emekçî diyar kir, ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve ew nikarin hevdîtinê bi Ocalan re bikin anî ziman, tevî 510 serlêdanên parêzeran, ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve serlêdanên malbatê û wasî, ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî serlêdanên heyetê nayên qebûlkirin.

Emekçî da xuyakirin, ku çi berî Rewşa Awarte çi jî piştî wê, ev 18 sal in li hemberî Ocalan hiqûqa şer tê meşandin û destnîşan kir, ku yên ji tenduristî û jiyana Ocalan bi fikar in, ne tenê malbat û xizmên wî ne. Emekçî got, "Bala girseyeke mezin li Îmraliyê ye."

Emekçî da zanîn, ku weke saziyên hiqûqê ew dixwazin agahiyê ji Girtîgeha Îmraliyê bigirin û daxwazên xwe bi vî rengî blêv kir: "Divê deriyê girtîgeha giravê ji kontrolê re bê vekirin, Ocalan û hikumxwarên din karibin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û mafên hikumxwaran ên di belgeyên navneteweyî de hatine destnîşankirin, bên bicihanîn."

Emekçîk her wiha ragihandin, ku li girtîgehên din jî piştî ragihandina Rewşa Awarte di asteke rûmetşikandinê de mafên mirovan tên binpêkirin.

'OCALAN MUZAKEREVANÊ SEREKE YE'

Li dû daxuyaniya hevpar ji parêzerên EHB'ê Gulhan Kaya axivî û xwest, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Kaya got, "Eger li vî welatî wê aştî pêk were, divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin. Ocalan muzakerevanê sereke ye. Tecrîd êrîşek li hemberî hesreta aştiyê ye." Kaya ji her kesî xwest ku li ber tecrîdê rabin.

Serokê ÇHD Şaxê Stenbolê Gokmen Yeşîl jî da xuyakirin, ku desthilatdariyên qanûnan nas nakin, di heman demê de bi polîtîkayên nehiqûqî û zalimane tevdigerin û bibîr xist, ku Girtîgeha Îmraliyê her tim bi statuyeke taybet hatiye birêvebirin. Yeşîl destnîşan kir ku ew li ber polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê radibin û ji bo qedandina vê polîtîkaya zaliman e ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Açilim (AHB) Kubra Gunduz diyar kir, tecrîda li ser Ocalan, ku muzakerevanê sereke ye, tê wateya ji nedîtî hatine daxwaza aştiyê ya gelê Kurd.

'EM DIXWAZIN OCALAN AZAD BIBE'

Hevserokê OHD ê Stenbolê Sînan Zîncîr anî ziman, tecrîda li Îmraliyê tecrîda li ser gelê Kurd û hemû gelan e û destnîşan kir, ku daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan ne tenê daxwazeke hiqûqî ye. Zîncîr got, "Li hemberî Rêberê gelekî polîtîkaya tecrîd tê meşandin. Abdullah Ocalan yekane rêber e, ku bi paradîgmaya xwe dikare gelên Rojhilata Navîn ji tarîtiya cehennemê rizgar bike. Ji bo nixumandina van nêrînên bîrdozî, ji bo tinekirina pêşketina şoreşgerî li ser vê xakê, ev tecrîd tê kirin." Sînan Zîncîr ragihand, têkoşîna li hemberî tecrîdê di heman demê de têkoşîna ji ro rizgariya gelên li herêmê ye û got, "Weke hiqûqnasan em ne tenê rakirina tecrîdê dixwazin. Di heman demê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin."

Di dema daxuyaniyê de parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû, Eren Keskîn, Ercan Kanar û Dogan Erbaş jî mafê axaftinê girtin û nêrînên xwe bilêv kirin.

'TIRKIYE BILA LI WELATÊ XWE AŞTIYÊ PÊK BÎNE'

Prz. Ercan Kanar peymana aştiyê ya Kolombiya bi bîr anî û bi bîr xist ku di nav wan welatan de yê ku peyman pîroz kiriye Tirkiye jî heye. Kanar, ‘ Tirkiye ya ku li dijî Kurdan polîtîkayên Srî Lankayê pêk tîne, aştiya Kolombiyayê pîroz kir. Desthilatdarî pêşî divê aştiya li cografyaya xwe gavan bavêje û lê zêde kir: ‘’Tecrîd divê zû bi dawî bibe. Abdullah Ocalan di nêzîktirîn demê de divê serbest were berdan. Rewşa Awarte divê demildest biqede. Kêlî beriya kêliyê divê derbasî rewşa asayî bibe.’’

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Dogan Erban jî deklarasyona ku 31’ê Tebaxê wê  li Amedê were hişkerekirin bi bîr xist. Erbaş, xwest ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan di nêzîktirîn demê de bi dawî bibe û xwest ku bi lezgînî hevdîtin pêk were.’’