NÛ BÛ

HDP'ê ji bo Yuksekdag û Demîrtaş serî li DMME da

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Hevserokên xwe yên girtî Selahattî Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenter Îdrîs Balûken serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.

Heyeta ji Cîgira Serokê Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû, Alîkarê Hevserokên Giştî Sarûhan Olûç, parlamenterê Mîthat Sancar, Ertûgrûl Kurkçu û Osman Baydemîr û parêzvana mafên mirovan parêzer Reyhan Yalçindag pêk tê, îro hat Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û dosya serlêdanê bi xwe teslîm kir.

Endamên heyeta HDP'ê, piştî serlêdanê bi wêneyên parlamenterên girtî derketin pêşberî çapemeniyê û daxuyanî dan. Endamên heyetê diyar kirin, wan beriya niha serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn, lê dadgehê pêwîstî pê nedît ku serlêdanê lêkolîn bike.

Di destpêkê de parêzer Reyhan Yalçindag axivî û diyar kir, tevî ku li dijî hiqûqa navxweyî, feraseta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û protokola 1. a lêzêdekirî ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, parlamenterên HDP'ê hê bi rengekî girtî tên darizandin. Yalçindag anî ziman, wan di nava 95 rojên ku parlamenter girtî ne, gelek caran îtiraz û serlêdan kirin û ji ber ku ev hemû hatine redkirin, ew niha li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ne. 

Yalçindag destnîşan kir, ku mafê hilbijêrî û hilbijartinê, mafên şexs û azadiya ramanê, ku bi Prototkola 1. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine ewlekirin, ji 4'ê Mijdarê û vir ve bi rengekî giran tê binpêkirin û bibîr xist, ku wan beriya niha jî ji bo girtina tedbîrê serî li DMME dabûn.

Yalçindag anî ziman, ku wan îro jî ji bo Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken serlêdan kirine, ku Balûken tevî ku tedawiya wî hîn neqediya ye, biryara girtina wî hatiye derxistin.

Yalçindag da zanîn, wan li ser navê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî serlêdan kirine û got, ji ber ku di nava 95 rojên girtî de hemû serlêdanên wan ên îtirazê hatine redkirin, wan îro serî li DMME dane. Yalçindag ragihand, bi serlêdanê re wan xwestine darizandin bi rengekî negirtî bidome.