HDP'ê berdevkê xwe yê nû diyar kir

Piştî ku Berdevkê Partiyê yê HDP'ê Ayhan Bîlgen hat girtin, HDP'ê li şûna wî Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr wezîfedar kir.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) danê vê sibehê li navenda giştî ya partiyê li hev civiya. Referandûm û betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag rojeva vê civîna awarte bû.

Di civînê de her wiha li şûna rêveberên partiyê yên hatine girtin, yên nû hatin wezîfedarkirin. Li gorî vê yekê, li şûna Ayhan Bîlgen, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr weke Berdevkê Partiyê hat wezîfedarkirin.