HDK: Ji darbeyê, Rewşa Awarte, yekdengî, sansurê re Na!

HDK’ê, girtina qenalên televîzyon û radyoyên mûxalîf ên ji hêla Erdogan-AKP’ê şermezar kir, bang li gelên Tirkiyeyê kir ku xwedî li televîzyon û radyoyên ku hatine girtin derkevin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkîldarî  girtina qenalên televîzyon û radyoyên mûxalîf ên ji hêla Erdogan-AKP’ê ve daxuyaniyek da û bi gotina “Ji darbeyê, Rewşa Awarte, yekdengî, sansurê re Na” nerazîbûn nîşan da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî darbeya li dijî şaredariyan û kedkarên gelemperî, vê carê jî bi hedefkirina dezgehên weşanê yên mûxalîf ve li dijî azadiya agahîwergirtinê ya gel darbe pêk hatiye.

‘AKP JI AGAHDARKIRINA GEL DITIRSE’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “AKP’ê piştî yek Milet, yek welat, yek al, yek mezhebê; vê carê jî polîtîkaya yek qenal, yek çapemenî xist dewrê. Her tiştên ku tenê di şertên rejîma faşîst de pêk werin, di bin navê biryarnameyên Rewşa Awarte de pêk tîne” û hate îfadekirin ku AKP’e ji agahdarkirina gel ditirse.

‘JI PIRRENGIYÊ DITIRSIN’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku zihniyeta ku bi qeyûman şaredarî desteser kirin, darbe li parlamentoyê kirin, niha jî darbeyê li dijî çapemeniyê dike, bal hat kişandin ku girtina qenalên bi zimanê zikmakî weşanê dikin, xîtabî karker, kedkaran dikin û bi taybet jî weşanên mîna TV 10 ku têkîldarî çanda Elewiyan weşanê dike, astengkirina malperan, nîşaneya tirsa li dijî pirrengiyê ye.

‘TIRKIYE BER BI TARÎTIYÊ VE DIÇE’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Bêdengkirina radyoyan, reşkirina ekranên televîzyonan nîşane ye ku Tirkiye ber bi tarîtiyê ve diçe. Em van sepanînan şermezar dikin û dixwazin ku televîzyon û radyoyên hatine girtin derhal bêne vekirin. Li dijî darbeyê, sansurê, Rewşa Awarte em bang li hêzên alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê, gelê xwe dikin ku xwedî li televîzyon û radyoyên hatine girtin derkevin, dengên wan hê bilindtir bikin, her cure bertekên xwe yên demokratîk li kolanan nîşan bidin.”