HBDH Ewropa: Kizildere dîroka hevgirtina şoreşgerî û fedekariyê ye

Komîteya HBDH’ê ya Ewropayê bi wesîleya salvegera Berxwedana Kizildereyê daxuyaniyek da û got, "Kizildere dîroka hevgirtina şoreşgerî û fedekariyê ye. Divê em hêza xwe bikin yek û têkoşînê bi pêş ve bibin."

Komîteya HBDH’ê ya Ewropayê bi wesîleya salvegera Berxwedana Kizildereyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, " Kizildere; Ew dîrok e ku mînaka herî bilind a hevgirtina şoreşgerî, fedekariya şoreşgerî û ruhê fedaî yê şoreşê ji bo hevrê/şoreşgeran hatiye jiyîn e."

Di berdewama daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hatin gotin, “Kizildere tevî mirinê jî bi biryardarî li dijî faşîzmê li ber xwe dayîne. Kizildere ew berxwedan e ku peyama 'Em ne ji bo vegerê, lê ji bo mirinê hatin vê derê' ji bangên efserên artêşa Tirk ên 'teslîm bibin' re hatiye dayîne. Berxwedana Kizildere navê berxwedana ku rêberên THKO’ê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Hûseyîn Înan, Mahîr Çayan û deh hevrêyên wî li dijî faşîzmê nivîsandin e.”

Di daxuyaniyê de, peyama mezinkirina berxwedana li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê hate dayin û hate gotin, "Em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku, li dijî Kurdan polîtîkaya tinekirin, înkar û komkujî di asta lûtkeyê de ne. Weke şoreşger, demokrat û pêşverû em ê hêzên xwe bikin yek û têkoşînê mezintir bikin."