Dayikên Şemiyê aqûbeta Yedîgol ê ji aliyê dewletê ve hat 'windakirin' pirsî

Dayikên Şemiyê aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê ku 43 sal berê di binçavan de hat windakirin, pirsî.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan bi daxwaza ku aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin, li Qada Galatasarayê hatin ba hev. Di hefteya 996'emîn a çalakiyê de parêzvanên mafan û her wiha Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna û nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) amade bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nurettîn Yedîgol ê ku di 10'ê Nîsana 1981'an de li navçeya Îdealtepe ya Stenbolê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û windakirin hat pirsîn. Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Ûmît Efe daxuyaniya çapemeniyê xwend û çîroka Nurettîn Yedîgol vegot.

Ûmît Efe got, "Em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo hemû windahiyên xwe bernedin. Em ê her tim bînin bîra dewletê ku ew neçar e di nava normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere."